Wezareta derve ya Amerîka bikaranîna bermîlên teqîner ya vê dawiyê ji aliyê rêjîma Esed li ser bajarê Helebê û derdora wê şermezar kir, ku têde bi kêmanî 70 sivîl bûn qurbanî.
Wezareta derve di daxuyaniya xwe de got ku Beşar Esed ” bi şêweyekî çalak hewl dide bo bihêzkirina helwesta DAIŞê bo armancin wêrankarî yên taybet bi xwe, ku ev bi xwe dibe sedemekî dîtir bo tekezkirina giringiya çêbûna veguhestinek siyasî ji bona dabînkirina seqamgeriyê li Sûriya û parastina gelê wê”.
Ku heman wezaretê wergirtina raport û zanyariyan ragihand derbarê ku ” rêjîma Esed bi êrîşên esmanî bo palpiştiya pêşketinên DAIŞê li helebê dirabe, û ew piştevaniya tundrewan dike di êrîşên li dijî xelkên Sûriyê, tevlî ku me ji berî demek dirêj didît ku rêjîma Esed xwe dûr dikir ji hêlên rêxistina DAIŞê beruvajî axavtinên wê yên aşkere ku dibêje ew şer li dijî DAIŞê dike”.
Herwiha wezareta derve ya Amerîka da zanîn ku rêjîma Esed bi hovîtî û terora xwe dibe fakterê tevlîbûna endamin zêdetir di nav rêzên DAIŞê de, û di daxuyaniyê de hatiye: “rastî ewe ku hîç tiştek ji kiryarên hovane yên rêjîma Esed çêtir nîne bo tevlîbûna xelkê di nav DAIŞê”.
Hêjaye gotinê ku duhî serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca bangewaziyek bilez da dewletên dirawsê bo “hemahengiyê û karê hevbeş bi yek destî bikin, piştî xemsariya civaka navdewletî, ji bo nehêlin Sûriyê bibe çavkaniya terorê bi nûnerîtiya Daiş û Esed û Çeteyên regezperest”.
Herwiha Xoca daxwaz ji dewlêtên Hevpeymaniyê û yên Cîran kir bo ” bi hawara Sûriyê ve bên û bo dabînkirina navçeyek tenah da Firokên Esed xizmeta Daişa terorist nekin” dîsa Xoca got: “tişta niha li Helebê dibe, Firokên Rêjîmê Şoreşgeran bombebaran dikin, da DAIŞ derbas bibe. Firokên Esed aşkera alîkariya DAIŞ dikin, ew bi topbarandin û DAIŞ bi êrîşan “.
Jêder: Hevbendî