Serokê Amerîka Barak Obama, di civîneka bêhempa de di binkeya Endoz ya asmanî de, û bi amadebûna mezinên serkirdeyên serbazî yên 22 welatên hevpeymaniya navdewletî, nîgeraniya xwe ya mezin anî ziman “li ser rewşa Kobanê”, herwiha tekez kir ku Hevpeymaniya navdewletî di hilmeteka leşkeriya demdirêj de ye û helbet wê carina “serneketin”jî hebin . Ji aliyekî din ve Serokê Hevbendiya niştimanî Hadî Elbehra di civîna dawiyê ya desteya giştî de tekez kir, ku tenê bi piştgirî û pirçekirina artêşa azad alîkariya jinavbirina terorê tê kirin, û amaje kir ku hevpeymanî nikare erkên xwe pêk bîne heger bitenê şerê Daişê bike û rêjîma Esed bihêle, ya ku sedemê serekî ye ji terorê re û got:” hîç karekî leşkerî sernakeve, bê dîtina çareseriyeka siyasî ya sertaserî ku hêvî û daxwazên gelê Sûriyê dabîn bike û herwiha aramiyê bo sûriya û Iraqê û bo tevaya deverê pêk bîne”. Ji aliyekî din duhî wezîrê derve yê Amerîka Con Kêrî ragihand ku ligel hevkûfê xwe yê Rûsî Sêrgî Lavrof biryar daye, bi zêdekirina zanyariyên lojistî li ser rêxistina Daiş li Iraq û Sûriya û got:” hîç nakokiyek nîne di navbera Amerîka û Tirkiya de sebaret Statijiya dijberiya rêxistina Daiş”, herwiha kêrî ku yê niha li Parîsê ye û danustandinan ligel hevkûfê xwe Sêrgî Lavrof dike dazanîn ku ” Enqera wê rola xwe destnîşan bike li gor xişteyeka demkî taybet bi xwe”. Hêjayî gotinê ye ku Salim Elmisilit berdevkê hevbendiyê sedema pêşketina Daiş vegerand bo ” sistî û xemsariya civaka navdewletî û piştnegirtina artêşa azad û nesitandina pêngavên bilez li hember Daiş” û got ku ” daiş binbir nabe tenê bi derbên hewayî yên hevpeymaniyê, û jinavbirina Daiş nayê bi wateya jinavbirina terorê, Daiş nexweşe û rêjîma Esed nexweşiya serekî ye, û ji bûna çareserkirina ketwarê Sûriyê pêwîste hevpeymanî rêjîma Esed armanc bike”. û herwiha Elmislit pêdeçû û got ku:” sedema berbûna qiyrana mirovî ya rastî Sûriyan tê bi hemû pêkhatiyên xwe ve û di her navçeya sûriya de, diveger bo nepiştgiriya dewlatan bo daxwaza Hevbendiyê ya berdewam bo piştgiriya artêşa azad wek hêzeke serbaziya miyanrê da bikare terora Esed û ya Daiş bihev re birûxîne. Hêje bêjin di dema ku hêzên navdewletî piştgiriya artêşa azad nakin, wek hêzeke leşkerî amadeye ji aliyê rahînanê ve şerekî bêhempa bi rêxistina Daiş re bike, nameze ku artêşa azad selmandiye ku tenha yekemîn hêze dikare Daiş biqewtîne, û di çend rojên kêm de karî Daiş ji 14 navçeyên Sûriyê biqewtîne, di dema ku hevpeymaniyê bi hêza xwe ve heta niha nekariye tişta artêşa azad bidestxistî pêk bîne û berovajî vê yekê, ku lêqewmîna Kobanê rûda bi hebûna 40 dewletan li dijî Daiş”.
Jêder: Hevbendî + wekalat