Hikûmeta Amerîkî di heyva êlûnê de, rêjîma Esed bi bikaranîna çekên kêmyawî tawanbar kir, tevlî ku biryara Netewên Yekgirtî ya 2013an rêjîma Esed pabend bi nehêlana çekên wî yên kîmyawî dike. û Gota Molir berpirsa Ewlehiya navdewletî û kontrolkirina çekan di Wezareta derve ya Amerîkî de got ku:”Me belge hene ku hêjî rêjîma Esed bi şêweyekî rêbazkirî û berdewam çekên kêmyawî bikar tîne. û di nav wan belgeyan de encamên lêkolînerên rêxistina qedexekirina çekên kêmyawî hene yên amaje bi bikaranîna çekên kêmyawî dikin ji aliyê rêjîma Esed li ser bajarên li jêr kontrola artêşa Azad li bakurê Sûriya yê di heyvên nîsan û gulan û tebaxa îsal de”. hêjayî gotinê ye ku duhî Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Rêxistina qedexekirina çekên kêmyawî kir bi veguhestina fayilê Kemyawî bo Dadgeha Tawanên Navdewletî, tevlî doseyê Hevbendiya Niştimanî, yê di heman mijarê de, ji wan re pêşkêşkirî ye “Rêjîma Esed tawanbar dike bi belgeyên bêgoman li ser, û bê şirovekirin, zêdebarî sizakirina berpirsên van tawankariyan”. Herweha Rêkxistina navborî daxwaz kir, ku “gaza kilor jî têxin di nav lîsteya keresteyên ku divê Rêjîm wan radest bike.” Esed ev kar derfet dît û bi mebest gaza kilor ya jehrîn bi şêweyekî berfereh li çendên herêman bikar anî û nemaze li dijî sivîlan. duhî Hevbendiya Niştimanî kêfxweşiya xwe da xuyakirin bi daxuyaniyên berpirsên kongirê Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî yê roja Duşemê li Lahayî hat lidarxistin, ku Encêla Kîn nûnera Netewên yekgirtî ya bilind bo karûbarên jinavbirina çekan, di gengeşeyên kongir de aşkerekirina belge û zanyariyên taybet bi pirogramê xwe yê çekên kîmawî û rê bide lêgeran ku bi serbestî li herêmên Sûriyê bigerin û derbasî hemû kargehan bibin ji rêjîma Esed xwest, û alîkar be ji bo pêşkêşkirina belgeyan bi radestkirina cebilxaneya çekên xwe yê kîmawî. Hevbendiyê tekez kir: “bi derengiya Esed di aşkerekirin û radestkirina çekên kîmawî, bû sedema astengkirina karên komîteyên lêgerînkar, ku piştî ragihandina rêjîma Esed ji radestkirina tevahiya çekên xwe yê kêmyawî, yekser Firokên wî yên cengî bi gazên kîmawî êrîş birin li ser bêhtir ji 30 cîgehan di Sûriya de, wek dijîtiyek aşkere ji yasa û civaka navdewletî re.”
Jêder: Hevbendî+ ABC news