Bankî Mon sekertêrê giştiyê Netewên Yekgirtî ragihand ku Valîrî Amos hevrêzkara karûbarên hawarhatina mirovî ya rêxistina navdewletî, bi niyaze di heyva adara bê de dest ji karê xwe berde, û di nameyekê de ku bo karmendan pêkêş kiribû got ku wê “baştirîn û kirêtirîn tiştên mirov dikarin bi mirovan bikin dîtin “, têzanîn ku her ji destpêka şoreşa Sûriyê berî çar salan ve, wê serperiştoya karên hawarhatina navdewletî di Sûriya de kiriye, û wê serpirştiya alîkariyên mezin li başûrê Sûdan û li Îraq û li Komara Afrîka ya naverast kiriye. Hêjayî gotinê ye ku Amos berê wezîreka Birêtanî bû û karî ye biryarekî ji Encûmena Ewlekariya navdewletî bidest bîne bo derbaskirina karwanên navdewletî bo hindur sînorê Sûriya di riya Tirkiya û Urdinê re bo gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên li jêr kontrola artêşa Azad, û di gotarekê de li pêş Encûmena asayîşê got: ku 12.2 milyon sûrî pêwîstiya wan ya bilez bi alîkariyan heye. Têzanîn ku komsyona bilinda karûbarên penaberan ku hejmara kesên alîkarî bi wan re dibin bi rêjaye nêvî kêm kirin, wek amadekarî bo demsala zivistanê bi sedema kêm perepêdanê. Ku komsyonê pilanek ji bo alîkariya 1,4 milyon kesî li Sûriya û 600 hezarî li Iraqê danîbû, lê tête pêşbînî kirin ku ew alîkarî wê bitenê bigehêjin bo 620 hezar kesî li Sûriya û 240 hezar kesî li Iraqê. û serokê nivîsîngeha komsyonê li rojhilata navîn û li bakurê afrîqiya Emîn Ewad got:”ku rêxistinên mirovî hemû rastî kêmiyê dibin, û nema xelk guhdanê bi wan dikin”, û mixabiniya xwe anî ziman ji ber ku nivîsîngeha wî neçarî ” bijartinin sext” dibe, û got ku komsyon rastî kêmperiyê bûye bi kujmê 58 milyon dolar(47milyon yoro) ku pêwîste bête mezaxtin bo alîkariya bi milyonan penaberên di Sûriya û Iraqê de bo amadekariyên werzê zivistanê, herwiha Ewad amaje kir ku nêzîkî 13.6 milyon kes ji xaniyên xwe koçber bûne li Sûriya û Iraqê û ji wan 3.3 milyon sûrî û 190 hezar Îraqî ji welatên xwe revîne û bûne penaber û got nêzîkî 7.2 milyon sûrî di hindur Sûriya de bûne aware, ku gelek ji wan eve çendîn carin rastî koçberiyê dibin.
Jêder: Hevbendî+ Wekalat