Girseyek ji Libnaniyên azad û çend Rêkxistinên Civaka Navdewletî li Meydana Eskiwa li Beyrûtê, ji bo piştevaniya bi sivîlên Helebê re mangirtinek lidar xistin, wek beşekî ji kampanya “Heleb dişewite”, bi amanca kuştarên Rêjîma Esed û Rûsya di derheqê sivîlan de rawestin.
Li mangirtinê çend Partiyên Libnanî wek Xortên Pêşverû, û ji kesayetiyan Parleanter Welîd Canbilat û hevjîna wî Nûra Canbilat û Wezîrê berê Xazî Elerêdî amade bûn.
Çalakvan Lûna Sefwan gotina mangirtinê bi navê xelkên Helebê xwend, û daxuyaniya Rêkxistina Xortên Pêşverû hate xwendin. Tiştê bakêş di evê mangirtinê de amadebûneke gelek ji hemû Rêkxistinên Mafên Mirovan û hem Rêkxistinên Sûrî yên li Beyrûtê amade bibûn.
Li Trablusê jî Çalakvanên Sûrî û Libnanî di heman çaxî de li pêşberî Nivîsgeha Netewên Yekbûyî li Herêma Elma’ired di çarçoveya pirotestokirinê ji bo kuştarên Helebê di Kampanya“Heleb dişewite” xwenîşandan kirin.
Di daxuyaniya xwenîşandanê de hat “bangek ji bin bombebarana Helebê ji bo zindiyan piştî ko em nema dikarin xwepêşindanan bikin, êdî hûn li hemû cîhanê xwepêşindanan bikin. ”
Di daxuyaniyê de: “ kesên ko li Helebê têne kuştin ne tirorist in, lê belê mirovên ko li bazar, dibistan, taxên sivîlan, nexweşxane û mizgeftan in, em in û ne keseine din in. Li Welatê me ev cenga pêşî û ya dawî ye, û hemû cengên din hatine da çavê we ji rastiyê bigirin, ji ber evê yekê jî cenga li dijî me , dijî civakêye, me mirovan amanc dike, ji pênc salan ve viyan û derûniya me amanc dike. Cengeke ko dîtineke istratîcî di wateya xwe de nîn e, jibil ko sivîlan ji daxwaza azadî û dîmuqratiyê birawestîne. ”
Daxuyaniyê hejmara qurbaniyên Sûriyê diyar kir”hejmara qurbaniyan 470 hezar kes in, lê yên derb li wan ketine milyon û nehsedhezar birîndar in, hejmara penaberan 4 Milyon penaber in û yên derbider 7 milyon in û yên ko pêdiviya wan bi alîkariyê heye 13 milyon kes in û hejmara bêkaran ji 5an, çar kes kar nakin.”
Û hêj Haştax”Heleb dişewite” li malperên hevgihana civakî aktîv e, û hêj xelkên Sûrî û yên dilxwazên wan li gelek welatan derdikevin xwenîşandanan.
Jêder: Elerebiyê