Wednesday, May 7, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

Azadîxwazên Cîhanê Torebûna Xwe Li Hember Kuştarên Esed Li Helebê Nîşan Didin

May 4, 2016
in Nûçeyên Siyasî
Reading Time: 4 mins read
A A
Azadîxwazên Cîhanê Torebûna Xwe Li Hember Kuştarên Esed Li Helebê Nîşan Didin

Li Çendîn paytexên dewletên Erebî û yên din ên cîhanê, û li pêşberî balyozxaneyên Rûsiya û bargehên navdewletî, xwepêşandan hatin encamdan ji bona pirotistokirina êrîşên berdewam yên rêjîma Esed û Rûsiya li ser sivîlên Helebê.

Xwepêşandaran ji civaka navdewletî daxwaza bizavê ji bo rizgarkirina Helebê kirin, ya ku raportên navdewletî amaje bi nêzîkbûna çêbûna bobelateke mirovî lê dikin.

Herwiha li Xûta Şamê ya Rojhilat jî bi sedan xelk ji çendîn bajar û bajarokan derketin ji bo piştgiriya xelkê Helebê, û komelkujiyên ji aliyê firokên Rûsiya û Esed dibin, û armanckirina sivîlan û jêrxana bajêrvaniya bajêr şermezar kirin.

Her wiha Xwendekarên kolîja pizîşkî li bajarê Kefir Texarîm li gundewarê Idlibê, xwepêşandanek ji bona pirotistokirina armanckirina xalên xizmetguzariyên mirovî û yên pizîşkî li Helebê li dar xistin.

Li Libnanê û li bajarê Terabulsê, bi vexwendinekê ji desteya zanyarên mislimanên Libinanê, bidehan çalakvanên sivîl mangirtinek kirin ji bo şermezarkirina oparisyonên li ser Helebê, û têde ala şoreşa Sûriyê û tabloyên ku têde daxwaza parastina sivîlan ji kuştaran bikin hatin bilind kirin, herwiha ku hindek ji zarokan hin lîstikên şaonyî  pêşkêş kirin, di wan de dîmenên kuştina sivîlan û derdeseriya xelkê Sûriyê diyar kirin.

Li Filstînê û li Bajarê Xezayê xwepêşandanek hat sazkirin û têde xwepêşanderan dergehê baregeha NY li bajêr girtin û rîbanek sor dalqandin, wek nerazîbûnekê li ser kuştarên li Heleb dibin, herwiha şermezarkirina bêdengiya civaka navdewletî li hember tawanên li Helebê dibin.

Û Li Paytexa Ûrdinê, Yekîtiya xwendekarên zankoyên Ûrdinê, mangirtinek kirin ji bona piştgiriya xelkê Heleba bobelatlêbûyî, ji ber bombebarana berdewam ya ku li ser taxên bajêr tê bikaranîn.

Li Kiwêtê jî û li jêr nav u nîşanê “Heleb Dişewite” hin çalakvanan mehrecanek gotarxwendinê saz kirin, ku têde hin perlamanterên berê ji bona Helebê daxwaza roja “Torebûna Cîhanî” kirin, û daxwaza rakirina sitemê ji ser xelkê wê kirin, û hindek ji gotarbêjan daxwaz ji zanyarên netewa Erebî kirin, ji bona standina helwestekê der barê tiştê li Sûriyê dibe.

Herwiha jinên Eskenderiyê li bakurê Misrê xwepêşandaneke jinan, ji bo Helebê û tevahiya Sûriyê lidar xistin.

 Li Tûnisê jî, hin partiyên wê êrîşên esmanî yên li ser Helebê şermezar kirin, û daxwaza destêwerdanê ji rêxistinên navdewletî kirin, ji wan partiyan ; partiya “Tevgera Tûnisê ya Viyanê” ya ku serokê Tûnsê yê berê Elminsif Elmerzûqî damezrandibû, û tevgera Elnehda û Hizba Rewta Demokratîk.

Li Tirkiyê, li Stembolê bidehan çalakvanên Tirkiyê di dema nimêja sibehê de, çalakiyek li mizgefta Mihrîmah Sultan bi navê “di nimêja sibehê de em ji bona Helebê bigihêjin hev” lidar xistin.

Di wê çalakiyê de beşdarbûyan siloganên ” Silav Ji Berxwedana Sûriyê Re Di Sala Wê Ya Şeşan De” û “Em Li Kêleka Gelê Sûriyê Yê Xweragir in” nivîsandibûn.

Xwepêşanderan ala Rûsiya û wêneyên serokê wê Filadîmêr Pûtin şewitandin, û siloganên dijî Rûsiya û Îran û Amerîka gotin.

Û bidehan penaberên Sûriyê û hemwelatiyên Almanî li pêşberî balyozxaneya Rûsiya li Berlînê paytexa Almaniya xwepêşandanek lidar xistin, û daxwaz ji Mosko kirin bo rakirina destê xwe ji ser Sûriyê, û daxwaz ji NY kirin, ku destwerdanê ji bona rawestandina kuştina jin û zarok û bêzarên cîhanê bike.

Herwiha hin çalakvanan li pêş balyozxaneya Rûsiya li Berlînê û li pêşber dergehê Berlînê yê bi navudeng yê di nîva paytexa Almaniya de, xwepêşandanek ji bona diyarkirina hevxemiya xwe digel xelkê Heleba ku bi awayekî berdewam ji aliyê firokên Sûrî û Rûsî ve tête bombebarankirin lidar xistin, û ev êrîş pirotisto kirin û daxwaza rawestandina van êrîşan ji civaka navdewletî kirin.

Hêjayê gotinê ye; ku taxên bajarê Helebê, her ji 21’ê nîsanê ve rastî êrîşên dijwar û bitewşî ji aliyê firokên rêjîma Esed û Rûsiya dibe, ku heta bi nexweşxane û avahiyên saxlemiyê û yên sivîl tên armanckirin, tevî têkçûna rewşa mirovî li bajêr, lewra NY nîgeraniya xwe li hember vê yekê nîşan da û da zanîn ku armanckirina nexweşxaneyan binpêkirinek eşkere ye ji yasa navdewletî re.

Jêder: Elcezîre

ShareTweetSend

Related Posts

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike
Nûçeyên Siyasî

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike

November 7, 2023
Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin
Nûçeyên Siyasî

Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin

June 25, 2022
Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e
Nûçeyên Siyasî

Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e

April 2, 2022
Next Post
Hevbendî: Esed Bi Kirina Tawankariyên Cengê Li Helebê Tiroristiya Dewletê Birêve Dibe

Hevbendî: Esed Bi Kirina Tawankariyên Cengê Li Helebê Tiroristiya Dewletê Birêve Dibe

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.