Bankî Mon sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî, di gotara xwe ya dawiyê de li pêş 71’emîn xula komeleya giştî, berpirsyaretiya mezin ya pêkanîna binpêkirinan û tawankariyan di derheq sivîlên Sûriyê de xist di stûyê rêjîma Esed de.
Bankî Mon got ku “gelek girûpan gelek xelkê bêguneh kuştin, lê rêjîm di pêşiya wan de ye, ku hêjî berdewam e di bombebarankirina taxan bi bermîlan, û bi eşkencedana pêrewkirî ji bihezarên girtiyan re radibe “.
Herwiha sikirtêrê giştî berê xwe da nûnerê rêjîma Esed li NY Bişar Elce’ferî û jêre got: “li vir nûnerên rêjîmê hene, ew rêjîma terorê paşguh dike, û pereyan dide wan û beşdarî kirine di pilandanînîna bo encamdana tawan û binpêkirinan, û destê xwe dirêj kirine bo hemû aliyan li dijî sivîlên Sûriyê”, û dît ku “paşeroja Sûriyê nabe bi kesekî bitenê ve girêdayî be”, an ku Beşar Esed.
Û duhî li sertaserî Sûriyê, 36 şehîd ketin, di nav wan de 9 zarok û 5 jin û şehîdek dibin lêdanê de, û têzanîn ku rêjîma Esed dawîkirina agirbestê ragihand, û carek din li bombebarankirina bajaran û navendên zindî vegeriya, û hêzên wê carek din têkşikestin di hewla xwe de ya ji bona derbasbûna taxa Cober ya Şama paytext.
Jêder: Hevbendî + Wekalat