Encumana Xwecihî ya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurd, duh 20 Êylûnê, civînek li dar xistin, tê de biryara ku endamên wê bikevin gireva birçîbûnê li gor ku Xelîl Mistefa endamê Xwecihiyê ji malpera me re ragihand.
Mistefa da zanîn ku wê endamên Xwecihiyê li bajarê Riha (Orfa) têkevin grevê de bi armanca piştgiriya girtiyên siyasî yên di zindanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de..
Mistefa got ku wê girev 3 rojan li ofîsa HAK PAR li bajarê Riha (Orfa) bidome, û wê roja înê 23 êlûnê dest pê bike ta yekşemê 25 êlûnê, û ev biryar li ser banga ENKS ye.
Jêder: Hevbendî