Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Bankî Mon ragihand ku Encûmena Ewlekariya Navdewletî pişkdariyê di têkşikandina Sûriyê de dike, ji ber nelihevkirina hêzên mezin ku dibe sedema nestandina biryarên vebir bo bidawîkirina kuştina bikomel, û herwiha bo bidawîkirina mezintirîna koçkirina penaberan, bi sedema şerê xwîndar yê rêjîma Esed li dijî xelkê Sûriyê.
Ban kî Mon daxwaz ji wan dewletên rêgir li pêş biryarên Encûmena Ewlekariyê kir ku ewjî – Rûsiya û Çîn in- ku “netenê bîr li berjewendiyên xwe bibin”, herwiha ranewestin li hember Encûmena Ewlekariyê ji bo standina biryaran derbarê Sûriyê, di dema ku pêlên koçberiya penaberên Sûriyê ber bi Ewropa gihiştiye astên bêhempa.
Bankî Mon mukur hat ku “rastgoiya NY” di çavên miletên azadîxwaz de hatiye hejandin bisedema nekarîna Civaka Navdewletî bo danîna sînorekî ji şerê Sûriyê re yê bêhtir ji çar sal û nîvan ve berdewam e.
Ji aliyê xwe ve Endamê desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Xetîb Bedle tekez kir ku piştgiriya leşkerî ya Rûsiya her weha piştgiriya wê ya Siyasî, rolek mezin heye heta vê gavê di koçkirin û awarebûna Sûriyan de, herwiha di şehîdbûna bisedên kesan li ser destê rêjîma Esed.
Bedle bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî didît ku pêwîstbû ku Rûsiya û ligor pileya xwe wek dewletek zilhêz ku nebe alîgirê zordestekî ku gel û zarok û jinên welatê xwe dikuje, zêdeberî vê yekê didît ku pêwîst bû wê helwestek hevseng hebe bo hewlên dîtina çareseriyek siyasî, ku kuştinê bide rawestandin û xelkê Sûriyê bête rizgarkirin ji vê bendeka xwînmij û zordest.
Bedle tekez kir ku heger Rûsiya rastgo be di gotinên xwe de bo pişkdariyê di çareseriyek Siyasî di Sûriyê de; divê dest ji wan daxuyaniyên xwe berde yên xelkê Sûriyê nerehet û tore dike, herwiha pêwîst e hemû awayên piştgiriya leşkerî û siyasî rawestîne ku di Suriya de tête wergirandin bi zêdekirina kuştin û xwînrijandinê.
Jêder:Hevbendî