Co Baydin cêgirê serokê Amerîka tekez kir ku welatê wî di şerê dijî DAÎŞê de “Hevkariyê bi Esed re yê ku di bin sizayên navdewletî de dijî nake “, û got: “Ez nabînim wê çawa hevkarî pêre bête kirin piştî ku hemû rewaya xwe jidest daye ji egerê bizavên xwe”,û tekez kir, ku Esed “nikare di serokatiya Sûriyê de berdewam bike ew Sûriya ku em piştgiriya wê dikin û me divê aram û aştîxwaz û yekgirtî be”.
Cêgirê Serok got: “em bi opozisyona Sûrî ya lêbiral ya hêjayî bawerpêdanê re kar dikin, da bikaribin aramiyê di navçeyên rizgerkirî de peyda bikin û bergiriya xwe li hember êrîşên DAÎŞê bikin “.
Ji aliyekî din Baydin mukur hat ku bitenê kişandina çekên kêmawî yên Sûriyê “arîşeyên Sûriyê çareser nake, ya ku di tirajîdiyek mirovahî mezin de dijî. Ku Amerîka digel hevalbendên xwe hewl dide bo peydakirina helûmercan bo rêkeftineka Siyasî û dîtina çareseriyê û piştgiriya opozisyona Sûrî û radestkirina bêhtir ji 3 milyar dolaran ji bo alîkariyên mirovî û piştgiriya dewletên dirawsê “.
Jêder:Hevbendî+ Wekalat