Berdevkê fermandariya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAÎŞê, sertîp Stîv Warîn nîgeraniya xwe anî ziman li ser têkçûna rewşa bajarê Helebê, û piştgiriya Rûsiya ji Rêjîma Bişar Esed re bi “êrîşeke sazkirî û berfereh li dijî sivîlan” salix da.
Warîn duhî roja çarşemê di weşaneke zindî de digel rojnamevanan li Waşintonê bi rêka navendeke telviziyonî ji Bexdayê got ku “ligor lênêrîna me rewşa derdor û hindurê Helebê her diçe xirabtir dibe”.
Weha jî got ” Em nîgeranin ji kêmbûna bidestxistina keresteyên mirovî, û ji berdewamiya êrîşên Rûsiya û rêjîmê, ku dibin sedema derdeseriya bi hezarên Sûriyan”, wek amajekirinekê bo tişta hatî di raporta pêr ya NY de, û kiryarên rêjîma Esed bi “kiryarên ne mirovî ku digihêjin asta qirkirinê” bi nav kir.
Warîn tekez kir ku “bêhtir ji 50 hezar sûrî hene ku hîç pêdiviyên serekî yên jiyanê nagihêjin wan, bi sedema bombebarana herdu nexweşxaneyên serekî di hindur Heleba dorpêçkirî de ji aliyê hêzên Rûsiya û rêjîmê, ku li aliyek din bi deh-hezaran xelkên ji êrîşan direvin, li nêzîk dergehê Onco Pînar li Tirkiyê yê li ser sînorê Sûriyê asê mane, û piraniya wan jin û zarok in”.
Têzanîn ku pêr roja sêşemê Rêxistina Pizîşkên bêsînor di daxuyaniyek xwe de ragihandibû ku “li vê dawiyê nexweşxaneyeke wê rastî êrîşeke Rûsiya hatiye”.
Warîn dîsa tekez kir ku “Rûsiya nikare tiştekî bêje der barê karê hêzên xwe ji bilî piştgiriya hêzên rêjîmê”.
Tevî ku Rûsiya dibêje ku ew wargehên DAÎŞê li Sûriya armanc dike, lê Warîn da zanîn ku em dikarin bibêjin DAÎŞ di hindur Helebê de” nêzî-tuneye”, û da xuyakirin ku Rûsiya di heftiya bûrî de nêzîkî 200 bombeyan bi ser bajarê dorpêçkirî de avêt, tevî destpêkirina danustandinên Jinêvê, ku ew danustandin bi armanca agirbestek giştgîr bû.
Ji aliyê xwe ve duhî roja çarşemê di miyanê pêşkêşkirina nêrîna xwe li pêşberî Komîta Encûmena Rîsipiyan ya karubarê derve, şanderê Amerîka yê taybet bo dewletên hevpeymaniya li dijî DAÎŞê, Birît Makgork got ku êrîşên Rûsiya li ser bajarê Helebê “dikevin di berjewendiya DAÎŞê de”, û “karîna wê di bajêr de xurt dike “.
Makgork got ku Rûsî dibêjin ku ew riyên gehandina çekan qut dikin, lê di rastî de ew riyên alîkariya mirovî dibirin, heger rast bin di gotinên xwe de, bila rêkên alîkariyan bilez vekin bo sercem navçeyên dorpêçkirî li wir”.
Berpirsê Amerîkî cext kir ku ” tiştê Rûsî dikin yekser ji bona xurtkirina DAÎŞê dikin”, bal kişand li ser ziyanên DAÎŞê ku gelek navçe ji dest wan hatine standin, û got ku “pencera DAÎŞê ya tenê maye kembera 98 km li ser sînorê Sûriyê yê bi Tirkiyê re”.
Herwiha Makgork destxweşî li rola Tirkiyê kir di dijberiya DAÎŞê de bi rêka asêkirina sînorê xwe, û got ku “berpirsyarên Tirkiyê karek mezin dikin bo rê li pêş derbasbûna çekdaran bo nav rêzên DAÎŞê di Sûriyê de bigirin “.
Jêder: Wekalat