“Yekîtiya Hevrêzên Sûrî li seranserî cîhanê” bi hevkariya li gel rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî û rêxistinên navnetewî berdewam in di kampanyaya ji bo serbestberdana bilez bo girtiyên di girtîgehên rejîma Esed de.
Yekîtiya Hevrêzan bi rêya rûpela xwe ya li ser medyaya civakî “Facebook” ragihand ku armanca kampanyayê ew e, kişandina bala raya giştî li ser vê mijara mirovî ya pir metirsîdar, û komkirina raya giştî ya cîhanê li dijî kiryarên berdewam yên rejîma Esed a faşîst.
Yekîtiyê diyar kir ku her weha armanca kampanyayê ew e, eşkerekirina hemû cureyên îşkence û neheqî û azar û kuştina ku ji çend salan ve dibe, dijî zêdetir ji nîv milyon welatiyên jin û mêr û zarokên bêguneh yên binçavkirî û bêserûşûn, bê dadgehkirin yan jî zanîna çarenûsa wan.
Ji aliyê xwe ve, parêzerê Sûrî û çalakvanê mafên mirovan, Enwer El-Bunî, bal kişand ku ew hewl didin ji bo “vegerandina doseya kesên hatin binçavkirin careke din li ser maseyê, ew doseya herî dijwar û domdar”.
El-bunî bal kişand ku hêjî ev dosye ya herî mezin e li Sûriyê, ji ber berdewamiya êş û azarên malbatên kesên binçavkirî, û tekez kir ku ev dosye di dema niha de pêşindeya karê opozisyona sûriyê ye.
Ji aliyê xwe ve Serokê “Komîsyona Sûriyê ya ji bo serbestberdana dîl û girtiyan”, Fehid El-Mosa, tekez kir ku armanca vê kampanyayê ew e, piştgiriya pirsgirêka kesên bêserûşûn li Sûriyê, û xistina wê di nav rojevên polîtîkayên navnetewî ji bo çareseriyê, herweha beşdarkirina rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan ji bo alîkarîya wan bikin.
Tê zanîn ku kampanyayê yekem konferansê xwe li roja şembî li Madridê paytexta Spaniya li lidar xist, hevdem digel hin semînar û çalakiyên din jî li bajarên Tirkiyê, di nav de Stenbol û Gazîentab, û bakurê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê / Ereb 21