Berpirsekî navmetewî ragihand ku hêzên Esed nahêlin pêdiviyên niştegeriyê bigihêjin hin deverên dorpêçkirî yên ku berê rêkeftin derbarê wan çêbûye.
Di kongireyekî rojnamevanî de, di hundurê baregeha rêxistina navdewletî li Niyoyorkê, îro pêncşembê, Ferhan Heq, berdevkê fermî bi navê emîndarê giştî yê Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku” Rêxistina Tenduristiya Cîhanî di herdû heyvên bûrî de 15 daxwaz-name ji rêjîmê re pêşkêş kirine, ji bo şandina derman û pêdawîstiyên pizîşkî ji nêzî 2.5 milyon kesên li 53 deverên dorpêçkirî yên ku gihiştina wan dijwar e”.
Heq bal kişand ser ku”dezgehên ewlekariyê nehiştin pêdawîstiyên pizîşkî yên ku erêkirin ji bo wan berê heye derbas bibin”.
Û nîşan da ku”Rêjîmê derbasbûna derman û pêdawîstiyên pizîşkî bo Dûma û Medaya û Mi’edemiyê li Gundewarê Şamê pejirand, lê hîn daxwazên din helawîstî mene”.
Û berpirsyarê navnetewî ragihand ku karwanên barên alîkariyên ajansên mirovahî yên hevbeş, wê îro pêncşembê berê xwe bidin Kefer Betna ya rojhilatî xûtayê, û got ku karwanênên alîkariyan yên ku wê biçin Kefer Betna, keresteyên xwarinê û pêdawîstiyên tenduristî yên têra nêzî 20 hezar kesî hene.
Û berdewam kir:”biryar heye ku şemiya bê , gera duyem ji karwanên hevbeş yên ajansên mirovahî berê xwe bide bajarên Medaya û Zebedanê û Fo’a û Kefraya”.
Û nîşan da ku” Neteweyên Yekbûyî berdewam e di daxwazên xwe de ji hemî aliyan, ji bo garantiya gihandina alîkariyan bo tevaya hewcedaran û tevaya deverên Sûriyê, bi şêweyekî bilez û bê şert û merc û bê astengî “.
Jêder: Hevbendî