Ajansa Bijîşkên Bêsînor “MSF”, di raporta xwe ya herî dawîn de, bandora kampanya leşkerî ya rejima Esed û Rûsya li ser deşta Idlib û Hemayê eşkere kir, û diyar kir ku 450,000 kes ji ber oparesyon û topbarana bêserûber li ser navendên giring û saziyên bijîşkî reviyane ber sînorê Tirkiyê.
Li gorî daxuyaniya MSF, ya roja pêncşemê li ser malpera wê ya fermî hatibû weşandin, piştrast kiribû ku bombebarana meha borî li gorî gelek raportan bûye sedema “zêdebûna hejmara kuştî û birîndaran, ligel kuştina bi sedan û birîndarbûna bi hezaran”.
MSF, diyar kir ku “ji ber êrîşan, gelek ziyan li saziyên bijîjkî, dibistan, bazar û kempên koçberan bûye”, û bal kişand ku “ziyan li nexweşxaneyeke ku MSF piştgiriya wê dike bûye, ji encama topbaranê, di heman demê de hin nexweşxaneyên din yên MSF piştgiriya wan dike ji ber tirsa gulebaranê, gelek caran li hefteya borî kar nekirine.
Herweha raportê diyar kiriye ku piraniya kesên derbider “niha di bin konan de yan jî di bin darên zeytûnan de dijîn, û pêwîstiya wan bi av û çavdêriya tenduristî heye”.
Lorena Bilbao, kordînatora oparesyonên bernameyên MSF li Sûriyê, got ku “tişta em niha rûbirû tên ku bi sedhezaran mirovên koçber di nav şert û mercên dijwar de dijîn”, û got ku gelek ji wan cihan bi kêrî jiyanê nayên û nesaxlem in, li gorî wê ew “dibe gefeke metirsîdar ji bo belavbûn û vegirtina nexweşiyan”.
Lorena Bilbao, got ku “heger ava vexwarinê ya paqij tunebe, wê demê texmîn heye ku di heftiyên tên de gelek nexweşiyên zikêş û zikçûnê û nexweşiyên vegir di rêya avê re belav bibin”, û ev yek dê bibe sedema têkçûna rewşa tenduristî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dîtibû ku “gelê Sûriyê rastî jenosîdê dibe, û civaka navdewletî di vê mijarê de beşdar e, bi awayekî rasterast yan jî nerasterast”, û ew yek bi beşek ji tawanên şer dîtibû.
Hevdem ku Tora Mafên Mirovan ya Sûrî, 33 komkujî yên hatine pêkanîn ji hêla rejîmê û Rûsya li bakurê Sûriyê, nemaze li Idlibê, her ji 26’ê nîsanê heta 27’ê tîrmehê, bi belge kirine, û dabû zanîn ku karmendên stafên bijîşkî û parastina sivîl jî ketine di nava komkujiyan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî