Bizavên endamên Encûmena Ewlehiyê yên pirojeyê vekirina vekolîneke navdewletî derbarê amanckirina Esed û Rûsya ji bargehên sivîl û yên bijîşkî re li Idlib û gundewarê Hema di her sê heyvên bûrî, bi ser ketin.
Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîs duhî pêncşemê ragehand ko rêkxistin dê vekolînê bike, di êrîşên li ser bargehên ko ew piştgiriya wan li bakurê Sûriyê dike, ew jî piştî du rojan ji daxwaza du parên endamên Encûmenê bo vekirina vekolînê
Stîvan Ducarî berdevkê fermî yê emîndarê giştî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku dê vekolîn çêbibe li ser bûyerên ji gava peymana herêma kêmkirina şerî ya Idlibê nîveka eylûla 2018ê hatiye imzekirin.
Di daxuyaniya nivîsgeha ragehandinê ya Netewên Yekgirî de hat ku Encûmen dê vekolîna rastiyan cîbicî bike, û dê emîndarê giştî bi encaman agehdar bike.
Birîtanya, Firensa, Emrîka, Elmanya, Belcîka, Bîro, Polenda, Kiwêt, komara Domînîkan û Endenûsya, kaxezeke fermî ji emîndarê giştî re sêşembê pêşkêş kirin, da vekolîneke navdewletî derbarê armanckirina rêjîmê û Rûsya ji nexweşxaneyên Idlib re çêbibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ku giring e yên tawanên cengê li Sûriyê kirine siza bibin, û dibîne ko ji sûrbûna rêjîmê û Rûsya li ser bombebarankirina bargehên bijîşkî û yên zindîdar; diyar dibe ku ew dixwazin derfetên çareseriya siyasî li Sûriyê têk bidin.
Rêkxistinên mafnasiyê bi dehan rewşên armanckirina bargehên bijîşkî belgeh kirine, û rêkxistina bijîşkên bêsînor tekez kir ko hêzên rêjîmê çend navendên bijîşkî yên ko rêxistin piştgiriya wan dikin bombebaran kirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî