Rêkxistina Bêjîşkên Bêsînor ya bijîşkî ragihand ko rewşeke awarte di warê tendiristî de heye bi sedema bombebarankirina parêzgeha Idlib û Hemayê ji hêla firokên rêjîmê û yên Rûsya ve.
Rêkxistinê destnîşan kir ko bi kêmanî sê nexweşxane hefteya derbasbûyî bi tekûzî ji kar derketine, û got ku karê nexweşxanake din jî li Hema rawestiyaye.
Rêkxistinê bêtir got ko nexweşxane bi giştî li Idlib û Hema di metirsiyê de ne, bi sedema bombebarana berdewam, ewê jî hişt ko valahiyek di guhdana tendiristî çêbibe li gora ko rêkxistinê salix da.
Li gora serjimara berevaniya sivîl ya Sûrî, parêzgeha Idlibê ji 19 vê eylûlê ve ketiye ber 572 êrîşan, her weha bi bêtir ji 220 guleyên Hawinê hatiye amanckirin, di encamê de 18 endamên berevaniya sivîl di dema ko karê xwe dikirin birîndar bûne, û 152 sivîl hatine kuştin û 279 birîndar bûne.
Firokên cengê yên Rûsya di kampanya xwe ya dawî de pênc navendên berevaniya sivîl û şeş nexweşxane û şeş dibistan her weha kampa Elnûr li Circinaz û du mizgeft û sê bargehên elektrîkdanê amanc kirine.
Di dema ku ev du heftî ne parêzgeha Idlib ketiye ber êrîşên tund yên firokên Rûsiya û rêjîmê , û Rûsya ji eylûla 2015ê ve rasterast piştgiriya rêjîma Beşar Elesed di şerê li dijî miletê Sûrî dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans