Birîtaniya nerehetiya xwe ji bilindbûna tibaba ziyanên mirovî û hejmara kuştiyan li Sûryayê ji ber zordariya Beşarê Esed û milişiyên wî yên milîperist ji milletê Sûryayê re yê ku ji berî çar salan ve bo daxwaza azadî û rûmetê daket kolanan anî ziman.
Wezîrê dewletê ê Birîtanî bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurî Efrîka Tobays Elwûd di daxuyaniyek rojnamegerî de got:” Hovîtiya rejîma Esed û nepejirandina wî ji beşdariya pêvajoyeke siyasî rasteqîne de, dibe sedema gurkirina tundiyê, û bihêzkirina komên tundrew mîna rêxistina (Daişê)” .
Alwûd pabendiya hikûmeta Birîtanî bi berdewamiya alîkariyên xwe bo dîtina rêyeke siyasî ji Sûryayê re û piştgiriya bizavên navdewletî bo sivikirina êşa mirovahî li ser miletê Sûrî û penaberên li dewletên cînar tekez kir, û zêde kir:” Wê Birîtaniya di piştgiriya (rikberiya radîkal) ya ku hewla rizgarkirina Sûryayê ji diktatoriya Esed û Daişê dide berdewam be”.
Jêder: Hevbendî – Kona