Wezareta derve ya Birîtanî rêjîma Esed yekser bi binpêkirina biryara 2268 tawanbar kir, ko dest danîne ser alîkariyên bijîşkî û nehêlin peyda bibin, û redkirina wî ji derçûna kesên hewcedarî çareseriyê ne, û got ku giring e çareseriya bijîşkî ji herêmên dorpêçkirî re dabîn bibin.
Wezaretê di malpera xwe ya Tiwîter de, doh sêşembê, tekez kir ko Rêjîma Esed bêtir ji 80 hezar çareseriyên bijîşkî ji karwanên alîkariyan yên ko diçûn herêmên dorpêçkirî li Sûriyê di evê salê de kontrol kirin, ji nav wan 19 hezar cûreyên dermanan.
Bêtir got ko Rêkxistina tendiristiyê ya cîhanî 18 daxwazname ji bo rêjîma Esed pêşkêş kirine da destûrê bide ji bo çareyên bijîjkî ji kesên hewcedar re derbas bikin, tenê li ser çar daxwazan erê kiriye û hêj 14 li benda erêkirinê ne û hêj Rêjîm astengiyan li pêşiya derbasbûna alîkariyan datîne.
Berî çend rojan Xaça sor jî nehêlana hêzên Esed, pêncşembê 12 Gulanê, ko karwanê yekem yê alîkariyên mirovî, samanên bijîşkî û yên hawarhatinê bo Dareyya li Gundewarê Şamê derbas bibe ko ew ji 2012an ve dorpêçkirî ye pirotesto kir.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê, dibîne ko nehiştina Hêzên Esed ji derbasbûna karwanên mirovî re ji bo bajarê Dareyya û amanckirina sivîlan “tawankariyeke cengê ya bi mebest e” û ev tekez dike ko rêjîm ne jidil tê danûstandinan.
Nêrebiyê got ku gerek Encûmena Ewlekariyê çareyine din ji parastina sivîlan re bibîne û rê li ber piştguhkirina Esed ji operasiyona siyasî re bigire.
Bêtir got: “nabe di bendewariya erêkirina xwebexş ya Rêjîmê de berdewam bikin da di erêkirina dorpêçê an kuştin û bombebaranê pabendiyên xwe pêk bîne, gerek viyaneke navdewletî ya rastîn hebe ko tawankariya wî birawestîne û sivîlan ji zêdegaviyên wî yên berdewam rizgar bikin.”
Biryara 2268 dibêje giring e di cih de rê bidin dezgehên mirovî da bi lez û aramî bigihên bê çi astengiyan hemû aliyên Sûriyê û bihêle alîkariyên mirovî ji bo çi kesên hewcedar bigihên bi taybetî ew herêmên dorpêçkirî yên gihandina wan dijwar e.
Jêder: Hevbendî