Firokên şer yên hêzên Esed, îro êvarî, avahiyên sivîlan li bajarê Restin yê ser bi gundewarê Himusê, bêhtir ji şeş caran bombebaran kirin, ku bû egerê şehîdkirina 13 kesî û di nav de jî jin û zarok hene, ev êrîşên esmanî hevdem bûn digel topbarankirina gundên derdora wê bi topxaneyan ji aliyê mîlîşên bergiriya Niştîmanî ku hin top li taxên Restinê jî ketin.
Li beyaniya îro hawîrdorê herdu bajarokên Hirbinefsihî û Elzirara li Hemayê ji aliyê firokên şer û bi zêdetir ji 39 êrîşan bi bermîlên teqîner hatin bombebarankirin, digel êrîşeka bejayî ya hêzên rêjîmê û pasdarên îranê li ser bajarokê Hirbinefsihî bi hewla derbas bibin.
Li aliyek din hêjî hewlên hêzên esed berdewam in bo pêş bikevin ber bi bajarokê Xan Elşîh li gundewarê Şamê, hevdem digel êrîşên firokên şer li ser, ku 30 bermîlên teqîner bi hilîkopteran li ser bajêr hatin avêtin, û perên Otistrad Elselam û yên kampê hatin armanckirin.
Ku serokê şanda danustandinkar li Jinêv Es’ed Ekzû’bî got ku hevpeymaniya Rûsiya – Îranê, êrîşên xwe yên bejayî û esmanî zêdetir kirine, û her ji beyaniya duhî ve hejmara serbazên xwe jî ji zêdetir ji 11 hezar serbazî zêde kiriye ji pasdaran û ji artêşa îranê li Helebê û Idlibê, hevdem digel destpêkirina kongirê dewletên piştgir ji Sûriyê re li Viyêna, û Elzû’bî bal kişand ku wan hêzan çend kuştar pêkanîne û bi dehan sivîl hatine kuştin.
Elzû’bî bal kişand ku niha firokên Rûsiya û leşkerên îranê xwe ji bona şerekî din li ser Xûta Rojhilat xwe amade dikin, û diyar kir ku hêjî leşkerên îranê bi firokên barhilgir digehêjin herdu firokxaneyan, ya Şamê ya navdewletî û firokxaneya Hemayê li bakur.
Herwiha Elzû’bî diyar kir ku firokên Rûsiya li ser tevaya taxên Helebê dirabin, û êrîşên xwe li ser Xûta rojhilat zêdetir kirine, hevdem digel êrîşên li ser Xûta rojava, û xuya kir ku gelek leşker ji hêzên Îranê li aliyê Helebê tên komkirin bi hemahengî digel hêzên parastina gelêrî, di çarçoveyê pîlangeriyek Rûsî Îranî de ji bona dagîrkirina Helebê.
Jêder: Hevbendî + Wekalat