Di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîma Esed de û hêzên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD li bajarê Hesekê, îro çarşemê 18 Gulanê rûdabû, du kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 4 birîndar bûn.
Pevçûnên bajarê Hesekê li ber navendeke ezmûnên pola nehan di navber herdû aliyan de, di Demjimêr 9 sibehê de derket holê û ti ziyan negihşte herdû aliyên şer, tenê sivîl birîndar bûn û hatin kûştin li gor ku peyamnêrê me ragihandin.
Peyamnêrê me balkişan ku herdû kesên ku jiyana xwe ji dest dan, Mihemed Umer Qiço ji bajarê Amûdê ye û yê din Mihemed Heneş penabere ji xelkên parêzgeha Dêra Zorê ye.
Di heman demê de û bi sedema wî şerî agir bi zeviyên welatiyan li derdora taxa Ezîziyê ket.
Tê zanîn ku şer û pevçûn bi demjimêrên nîvro de li bajêr rawestiyan û jiyana normal vegeriya kolanan.
Jêder: Hevbendî