Rêxistina “Human Right Woch”rexneyan li istiratîciya leşkerî ya Amerîkayê der barê Sûriyê digre, ji ber ku ew tenê giraniyê dide şerê DAIŞê û şerê rêjîma Esed nake, Rêjîma ku ji encama cenga wê ya dijî Sûriyan ji berî 5 salan de, 300hezar sivîl kuştine.
Û “Kinth Roth”, rêvebirê cîbecîkirinê yê”Right’s Woch” got ku:” istiratîciya leşkerî ya Amarîka der barê Sûriyê, bi şêweyekî serekî giraniyê tevî dide şerê DAIŞê”, di heman dema ku “rêjîma Esed sivîlan li Sûriyê ji DAIŞê zêdetir dikuje”.
Ev gotinên wî di axaftineke wî ya , doh çarşembê, di sîmînarekê de li sentera “Encumana Atlesî”(saziyeke vekolînan ne navenda wê li Waşintonê ye), bi nav-nîşana”Êş Û Azarên Sivîl Dibînin Di Rakêşana Erebî De”.
Û Roth salixên vê istiratîciyê dan û got ku ew” neberbihev e” û weha jî got:”bi milyonan hatin neçarkirin ku welatê xwe berdin li Sûriyê”, û got”:”ew ne cengeke normal e, ji ber ku serbaz ne şerê serbazan dikin, Esed sivîlan û nexweşxaneyan dike armanc, û gerantiya jiyana ti jîndarekî li wir nemaye”.
Û Roth da xuyakirin ku” Rêvebiriya serok Barak Obama, wek tê xwestin fişar li Rûsiya nekirine da ku ew jî fişaran li Esed bike”.
Hevbendiya Niştimanî jî di daxuyaniyên xwe yên berê de tekez kiribû ku” siyaseta Hevpeymaniyê têkçûyî ye ji ber ku ew hewil dide ku derdora arîşeyê çareser bike û xwe nagihîne koka wê ku ew jî Beşar Esed e”.
Xalid Xoca, serokê hevbendiyê yê berê, sedema berfirehbûna DAIŞê vegeramnd nebûna istiratîciyeke siyasî û leşkerî ya zelal li rex Dostên Gelê Sûriyê, ji bo rûbirûbûna rêjîma Esed ya ku ji berî 5 salan ve gelê Sûriyê daye ber kuştinê, û got:”sedemek ji yên serekî ji berfirehbûna DAIŞ re ew bû, nebûna piştgiriya leşkerî ya tê xwestin ji şoreşgeran re ji bo şerê Rêjîmê bikin”.
Jêder: Hevbendî+Anadol