Wezîrê derve yê Elmanya Firank Valter Şitayinmar dibîne ko mirov nikare nexşeyekê bide paşeroja Sûriyê eger Beşar Elesed bimîne. Û daxwaza vegera li operasiyona siyasî kir ji bo dîtina çareyekê ji cenga li Sûriyê re, ya ko rêjîma Esed û hevalbendên wê ji şeş salan ve dijî miletê Sûrî dikin.
Her weha wezîrê derve yê Birîtanî Borîs Conson, daxwaz ji Rûsya kir ko “vegere hişmendiyê” û nema piştgiriya Esed bike. Û jê xwest ku “pişta wan kesên ku ew kirine lîstok ji xwe re berde, û berê xwe bide çareya siyasî ji ber ku ew takerêya çareyê re ”.
Berdevka serokatiya wezaretên Birîtanî sêşemba buhûrî ragihand ko London dixwaze Beşar Elesed ji desthilatê bikeve, piştî ko bi zordarî û tundî miletê Sûrî êşand, û helwesta desthilata Birîtanî ya berî demekê dubare kir.
Berdevkê got: “me bawer nedikir ko Esed yê ko desthilatdar e li ser miletê Sûrî bi vê hovîtî û tundiyê be. Rêka paşeroja Sûriyê gerek bi hêminî û geşepêdan be ji ber wilo giring e operasiyona siyasî bêyî Esed pêkbê”.
Jêder: Acans+Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî