Duhî roja duşemê, mafperwerê Sûrî parêzer Enwer El-bunî li ser wêrekiya wî di warê parastina mafê mirovan û çalakiyên li dijî tawanên rejîma Esed de, û bi helkefta heftêhemîn salvegera Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan bi xelateke Elmanî-Fransî hat xelatkirin.
Nils Annan, Wezîrê dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Elmanya, di rêuresma xelatdayînê de li Berlinê, pesnê ked û bizavên çalakvan Enwer El-Bunî da, û ew wek kesekî dilêr ji bo parastina mafê mirovan ta radeya amadebûna dana jiyana xwe binav kir.
Wezîrê navhatî di axaftina xwe de got: “Tu herdem amade bû nirxeke mezin ji bo bawerîyên xwe yên kûr bide”, û dîsa got “Tu wek parêzer ji bo parastina mafên mirovan li Sûriyê jiya, û te gelek tawanên hovane û kirêt yên bêwêne dîtine”.
El-bunî bi xelatê Elmanya û Fransayê ya salane ya hevbeş li meha borî bi helkefta heftêmîn salvegera Raginamdina Cîhanî ya Mafên Mirovan tevlî 15 kesên di nav lîsteya kesên xelatkirî di sala 2018 de hat xelatkirin, ji bo wêrekiya wan di parastina mafê mirovan û serweriya yasayê de.
El-bunî niha serokê navenda Sûrî ya lêkolîn û rawêjkariya yasayî ye, û çend xelat wergirtine, û yên herî berbiçav xelata rêxistina mafên mirovan ya navnetewî ya ji bo Parastina Parêzvanên Mafên Mirovan, û xelata Mafên Mirovan ya kombenda Dadwerên Elmanî ne.
Hêjayê gotinê ye ku parêzer Enwer El-Bunî li bajarê Hama li sala 1959 jidayik bûye, û xudanê bawernameya mafnasiyê ye ji Zanîngeha Şamê, û çend salan ji aliyê dezgehên ewlekariya rejîma Esed ve hatiye binçavkirin ji ber çalakiyên wî yên ji bo mafên mirovan û berevaniya wî di ber girtiyên raderbirînê li Sûriyê, berî derketina ji Sûriyê di 2014 de ji ber zilm û zora hêzên ewlehiyê, li Elmaniya bû penaber.
Jêder: Ofîsa Ragihzndina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê