Fûad Oqtay cîgirê serokê Tirkiyê tekezî li ser giringiya peymana Idlibê ya ko nehişt qeyraneke mirovî li bakurê Sûriyê çêbibe kir, ya ko xewnên rêjîma Esed yên pêkanîna operasiyoneke leşkerî li herêmê têk dan.
Oqtay destnîşan kir ko operasiyonên leşkerî yên hevbeş di navbera artêşa Tirkî û artêşa Sûrî ya azad de rêkxistina Daiş têk bir, û bera PYD da û herêm aram kir.
Ev di gotara berpirsê Tirkî de duhî duşembê hat, li pêşberî perleman derbarê gengeşeya pirojeya giştî ya sala 2019 li gora acansa Anadol.
Cîgirê serokê Tirkiyê got: ‘’ me nehişt qeyraneke mirovî li Idlib çêbibe ‘’ bi xêra peymana Idlib digel Mosko û got: ‘’ rêkxistina Daiş a tirorist di operasiyona mertala Ferat de têk çû, û her weha di operasiyona Şaxê Zeytûnê lîstika ko rêya milîtanên PYD de dibû têk da.‘’
Operasiyona mertala Ferat herêmine berfireh ji gundewarê bakur yê Helebê ji nav wan jî bajarê Cerabilis û Elbab ji rêkxistina Daiş hatine standin, di navbera tebaxa 2016 û adara 2017ê de, û vê rê da bi hezarên Sûriyan ku li malên xwe vegerin.
Di 24ê adara bûrî de hêzên Tirkiyê û artêşa azad bi operasiyona şaxê zeytûnê rabûn, Efrîn bi tekûzî ji milîtanên PYD piştî 64 rojan rizgar kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekezî li ser peymana Idlibê kir, û endamên desteya serokatiyê çendîn car seredana herêmên bêçek kirine, û gotin ku giring e peyman bipêş ve biçe bo agorbesta tekûz pêk bê, da rê li ber pirosêsa siyasî ya rastîn veke ko bihêle biryarên navdewletî û ya pêşî daxuyaniya cinêvê û biryara 2254 cîbicî bibin.
Jêder: ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî