Canbolat di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku Beşar el-Esed mezintirîn derwvan di dinyayê de, û behsa nameyên bi rêya Moskowê di navbera Netanyahu û Beşar el-Esed de kiribû.
Canbolat di çavpêketinê de gotibû ku wî “agahî hene ji aliyê dîplomatên Rûsî ku Esed peyamek li sala 2012’an ji Netanyahu re şandiye, têde hatiye: Heger Sûriya dabeş bibe, wê metirsiya dewleta E’lewî li ser Îsraîlê nebe”, û di bersiva Îsraîlê de hatibû: me termê Kohen divê”.
Canbolat di çavpêketina xwe de ya bi televizyonê re bal kişand ku “kîneke rejîma Esed a dîrokî dijî siyasetmedarên Libnanê yên li dijî wî heye”, û ev yek bû sedem kuştina wî ji gelekan ji wan re di nava Libnanê de, û ev tişt hat tekezkirin dema dadpirsîn li gel wezîrê navxweyî yê Libnanê Mîşêl Smaha hat pêkanîn.
Tê zanîn ku Welîd Canbolat her ji sala 2014’an ve tekez dike ku “derfetên çareseriyê li Sûriyê peyda nabin eger Esed bimîne li ser korsiyê xwe”, û di gelek fersendan de gotiye ku “rejîma Esad û çeteyên DAIŞ du rûyên yek diravî ne”, û bal kişandiye li ser hebûna têkilî û lihevkirinan di navbera herdu aliyan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê