Hejmara şehîdên topbarana asîmanî ya rûsî bo ser gundê “Til Hewaş” doh, roja Înê, zêde bû û gihişt 5 şehîdan, herwiha sê kes ji encama êrîşên Rûsiya bo ser gund û bajarokên Idlib şehîd ketin, û du şehîd li el-Emîqe li Gundewarê Hemayê ji encama bombebarana firokeyên şer.
Hin çalakvanên xwecihî gotin ku şehîdên gundê “Til Hewaş” li Gundewarê Hema li naverasta Sûriyê ji yek malbatê ne, û birîndar jî ji bo nexweşxaneyên sînorî bi sedema nebûna pêdawistiyên teybet hatine veguhestin.
Çalakvanan amaje bi wê yekê kirin ku hersî şehîdên li Gundewarê Idlibê ketin; ji encama êrîşên asîmanî yên Rûsî li ser bajarokên Elmoze û Elqesabiye û Meertematir û Hizarîn û el- Rênbe û Tirmila û Hirş Abdîn û el- Feqî û derdora Kefir Nubil li Gundewarê başûr û rojhilat bûye.
Herwiha kampa awareyan li devera Hirş Bînîn, û bajarê Meret el-Numan û bajarokên Cercenaz û el-Ferce û el-Xiwîn û Tehtaya û el-Temana û Hirş kefûma û herdû bajarokên Bidama û el-Naciye li Gundewarê Idlibê, rastî topbarana hêzên rejîma Esed hatin, û ti zanyarî li ser hejmara qurbaniyan jî nîne.
Hêzên rejîma Esed çend gund û bajarok li gundewarê Hemayê kirine armanc û ji nava wan:Bajarê el-Letamnê û gundên Lehaya û el-Biwêde û el-Zekat û el-Sihriye û Sehab û Dêr Sunbil û el-Musterêha û El-Cabiriye û El-Himêrat û Horte û bajarokê Kefir Nibûde û Til Hewaş, û bajarê Keleha el-Medîq û gundên el-Hiwêz û el-Inkawî û el-Şerîe û el-Hiwêce û el-Hewaş û el-Mihacirîn û Bab el-Taqa û el-Hemra û Şehrenaz, herwiha ti qurbanî jî li pey xwe nehiştne.
Ev tundiya topbaranê ji aliyê hêzên rejîma Esed û Rûsya di demekê de hat ku gera nû ya danûstandinên Astana ji bo dewletên gerantor li paytexta Kazaxiztanê Nûr Sultan birêve diçûm ku di dawiya wê de tekezî li ser çareseriya siyasî li Sûriyê hate kirin.
Jêder: Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Dijberiya Sûriyê