Cebhet Elnesra 24 demjimêran derfetê dide Desthilata Libnanê da Jin û Zarokên girtî berde, yan jî wê leşkerên Libnanê yên li bal xwe bikuje, li gora ko ragihand.
Herweha Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî, kuştina Leşkerê Libnanî Elî Elbezal yê ko Cebhet Elnesra ew kuşt protesto kir, piştî ko Çeteyên Hizbullah ret kirin ko wî bi dîlên Cebhet Elnesra yên li bal xwe biguherin, û got “ev awayekî tawankarî ye nayê pejirandin. “
Û got: “awayê revandinê ji kîjan aliyî be li dijî Yasaya Navdewletî ye, dihêle ko nakokiyên civakî li tevhiya deverê çê bibin, û xwîna Libnaniyan li bal me wek xwîna Sûriyan e, xwîn û derdên me yek in, û tawankar jî yek e, û hêjî heta nuha bi ketwara civakî ya Sûriyê û Libnanê dilîze, ji bo pêkanîna jihevxistina civakî da armancên Îrana tirorist li Herêmê misoger bike.”
Lê Emîndarê giştî berpirsiyarî da ser ”tiroristiya ko Hizbullah dijî sivîlan li Sûriyê dike û destwerdana nebaş di hundirê dewletên cîran de dike, bê ko tu giraniyê bide Yasaya Navdewletî.”
Û matmayîna xwe li ser “durûtiya Çeteyên Hizbullaha tirorist derbarî dosya pevguhertina dîlgirtiyan da, ku berî çend rojan wan û Cebhet Elnesra dîl pev guhertin çimkî yên wan bûn, û tu guhdan nedan Leşkerê Libnanê yê li cem Cebhet Elnesra .” herweha Nesir Elherîrî doz li Desthilata Libnanê kir, ku danûstandin bi mijara Leşkerên revandî yên Artêşa Libnanî re “bi awayekî berpirsiyar û hişyarî ”bikin. Destnîşan kir ko”danûstandin bi evê mijarê re di rewşa milmilaneya ko Herêm tê re derbas dibe, wek ku mirov hewl bide bombeyeke demnîşankirî veke, di zeviyeke siyasî û civakî de ku Hizbullaha tirorist û rêjîma Îranê di rojhilata Erebî de çandiye.”
Elherîrî bêtir got: Vekişandina Hizbullah ji Sûriyê bûye giringiyeke ne tenê ji bo hêminiya Sûriyê bête parastin, lê ji bo ewlehiya siyasî û civakî li tevaya deverê pêk bê. Divê ko Deshilata Libnanê fişarê bide ser, û gerek bawer neke ko tiroristiya Hizbullah û tawankariyên wê dê bibin navgîniyek ji bo têkbirina tiroristiyê, çimkî ew parek jê ye û hîç nabe ew parek ji çareseriyê be.”
Emîndarê giştî di daxuyaniyekê de derbarê kesên Libnanî yên revandî got ku ew nebawer e “ ji pêkanîna Hizbullah ji daxwazên kombendên çekdar re bi vekêşana ji Sûriyê û nebeşdarbûn di cenga Elqelemûn de,” çimkî mijar ne di destê wan de ye ew kole ne û fermanên wilayet Elfeqîh bicih tînin, û tu biryara wan ya siyasî nîn e, û ji aliyekî din yên wek Çeteyên Hizbullah û Beşar Elesed ji bil desthilatdariyê tiştek ji wan re ne giring e, bê ko li jiyana xelkê binerin ko wan dikin êzing ji bo li ser Textê xwe yê siyasî bimînin, yê ko li ser qoq û zengelorkên zarokan yên kîmawiyê Esed ew bêdeng kirin.
Jêder: Hevbendî