Dewletên ‘’ Sîska Tund‘’ ya hevalên miletê Sûriyê, pirosêsa veguhastina siyasî ya tekûz li Sûriyê gotûbêj dikin, piştî çend rojan ji derbeya leşkerî ji bargehên rêjîma Esed re bi sedema bikaranîna wê ji çekên kîmawî re li dijî sivîlên Dûma destpêka vê heyvê.
Wê îro pêncşembê, Emerîka, Firensa, Birîtanya, Siûdiyê û Urdin civînê li paytexta Firensa Parîs lidar bixin, li rex kongirê (têkbirina piştgiriya darayî ya rêkxistina Daiş û Elqaîde).
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa duh daxwaza berdewamiya vê guhdana navdewletî ya mezin bi Sûriyê kir, tako çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê pêk were, û tekezî li ser cîbecîkirina bilez ji mîkanîzma navdewletî re ya hatibû pesendkirin kir, da tawankarên cengê diyar bike û bên dadgehkirin.
Birêz Mistefa dibîne ko kartêkerkirina vê mîkanîzmê û rawestandina tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed û hêzên Rûsî û milîtanên Îranî pêk tînin, ewê kilîta çareseriyê be li Sûriyê, ji ber ku dadpirsîna tawankarên cengê rê li ber seqayeke baş vedike, tako veguhastina siyasî ya tekûz li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê pêk were.
Wezîrê derve yê Firensa Con Îf Lodiryan ji rojnameya Locornal Do Dîmanş re got ku welatê wî ji Rûsya dixwaze ko têbigehê piştî derbeya leşkerî ya li ser bargehên rêjîmê, divê civaka navdewletî bizavên xwe ji bo piştgiriya pirosêsa siyasî li Sûriyê bi yek bikin bo derdê miletê Sûrî bidawî were.
Pirosêsa siyasî giştiye rêyeke girtî bi sedema redkirina rêjîmê ji veguhastina siyasî re ya ko di daxuyaniya Cinêvê de û di biryara 2254ê de hatiye, û çareseriya leşkerî berdewam dike û bêtir tawankariyên cengê derheqê sivîlan de li herêmên corbicor li Sûriyê bikar tîne.
Serokê Hevbendiyê di daxuyaniyekê de duh tekezî li ser giringiya gihaştina çareseriyeke siyasî li ser bingeha damezirandina desteyeke desthilatdar ya veguhêz kir, û got ku misogerkirina wê di be fakterê dabînkirina aramî û vegera penaberan û têkbirina milîtanên mezhebperest yên Îranî û rêkxistinên tirorist ên din.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî