Îro hin çalakevanan ji Sûriyê û Cîhanê hilmeteke şaristanî bi navê “Roja cîhanî ji bona rakirina dorpêçkirina li ser Sûriyê” ragihandin, ji bona neçarkirina rêjîma Esed û dagîrkariya Ȋranê û şikandina dorpêçkirina li ser 13 navçeyên dorpêçkirî li Sûriyê, ku xelkê wan ji birçîna dimirin.
Sazkerên hilmetê ragihandin ku îro roja şembiyê 16ê Rêbandanê wê mangirtin bêne encamdan li tevaya paytextên cîhanê, bi armanca şikandina dorpêça bajarên dorpêçkirî ji aliyê rêjîma Esed û bi alîkariya çeteyên Hizibulaha terorîst û Rûsiya û Ȋranê, û ev roj bi nav kirin “Roja Hêrsgirtinê” di hindur û derveyê Sûriyê de, dijî birçîkirina sivîlan li çendîn gund û bajarên Sûriyê ji aliyê rêjîma Esed.
Herweha ragihandin ku hilmet xwebexş e, û palpiştiyê nake li ser hîç peredaran ya piştgiriyê, û pêwendiya wê nîne bi hîç hilmetên komkirina diravan bi navê Medaya yan bi navên din ji navên navçeyên dorpêçkirî, û tekez kirin ku ew li dijî komkirina wan alîkaryan ne, ji ber ku ev yek “ dorpêçkirinê bihêz dike û rewatiyê dide dorpêçkirinê, lê belê armanc şikandina dorpêçkirinê û rakirina wê ya bi yekcarî ye”.
Rêkxerên hilmetê dem û cihên xwepêşandanan yên wê li seraserî cîhanê bibin destnîşan kirin li ser hesabê taybet yê Hilmetê li ser malpera fecebookê, û hûn dikarin serdana wê bikin bi tikandina ser vir.
Jêder:Hevbendî