Wezîrê derve yê Birîtaniya, Borîs Conson got ku Beşar Esed bi xwe berpirs e di ber kuştina piraniya qurbaniyan û piraniya kuştarên hatîn encamdan di heyamê pênc salên bûrî de, û got “Em bawer dikin ku bi milyonan kesên Sûriyê, wê hikumraniya Esed carek din qebûl nekin”.
Duhî roja înê, Conson di vegotinekê de li navenda lêkolînan ya”Tişatam House” (Peymangeha Şahneşînê Ya Karubarên Navdewletî), derbarê rola Beşar Esed a pêşbîmnkirî di paşeroja Sûriyê de, got: ” piştî 5 salan ji komelkujiyan, Beşar Esed bi xwe berpirsyar e di ber kuştina piraniya qurbaniyên tundutîjiyê de ku hejmara wan digehêje 400 hezar kesî, em bawer in ku xelkê Sûriyê bi milyonan wê carek din hikumê Esed qebûl nekin, û pêwîst e riyek nû bête dîtin ji bo pêşveçûnê, û pêwîst e pelê Esed ji paşeroja Sûriyê bête tewandin, û dibe ev yek di çarçoveya dewletek yekgirtî de be, û Ez nabînim ku ev yek ligel hebûna Esed wê hebe”.
Û derbarê Rûsiya, Conson cext kir ku Birêtaniya “wê berdewam be di standina helwestên hişk li hember Rûsiya, û wê rola Rûsiya di kuştara niha ya li Helebê dibe ji bîr neke “.
Li aliyek din rêxistina “Human Rights wotch” got ku tawanên şer hatine pêkanîn di oparesyonên bomebarankirina esmanî de, di dema heyvekê li Helebê li ser destê hêzên Rijêmê û Rûsiya yên îsal di heyva êlûnê û çirya pêşîn de. Û rêxistinê di raporta xwe de bal kişandiye ku zêdetir ji 400 sivîlî û 90 zarok di nav wan de hene, di êrîşên bi bombeyên qedexekirî de hatine kuştin, û gelek caran bi mebest nexweşxane dihatin armanckirin.
Herwiha NY ,duhî roja înê, ragihand ku nêzîkî 20 hezar zarok di rojên dawiyê de ji xaniyên xwe li rohilatê Helebê koçbar bûne, û herwiha hişyarî da ku dem li ser alîkariya wan derbas dibe, ji ber pêwîstiya wan ya herî bilez bi alîkariyan heye, û diyar kir ku nêzîkî 31500 kes ji malên xwe yên taxên Helebê yên dorpêçkirî her ji 24 çirya pêşîn ve koçbar bûne, û rêxistina (UNsafe) ya NY texmîn kir ku nêzîkî 60℅ ji koçberan zarokan in, anku 19 hezar ji koçberan zarok in.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê + Wekalat