Serokwezîrê Birîtanî Dêvid Kamirom doz li Rûsya kir bo “Guhertina helwesta xwe û xwetevlêkirina Hevpeymaniya Navdewletî bo şerê Rêxistina Daişê û pejirandina pêwistiya guhertina Esed bo peydakirina aramiyê li deverê “.
Kamîron duh Şemiyê di riya BBC re ji Rûsya re got ku destwerdana leşkerî a Rûsî di Sûryayê de şaşiyeke mezin e, û diyar kir ” Li gor dîtina me, hemû derbên azmanî ên Rûsî li deverin ne di bin destê Daiş de ne, lêbelê di bin destê hevrikiyeke din ya dijî rejîma Esed de ne”.
Û berdewam kir” Rûs piştgiriya Esedê kujer dikin, û ev yek ji wan re û ji cîhanê re jî şaşiyeke mezin e, ji ber wê dever bêtir li bin guhê hev bikeve, û wê ber bi tundrewyê û tirorê de here”.
Herweha wezîrê karê derve ê Birîtanî Filîp Hamond di goterekê de duh şemiyê li Kongirê Salane ê partiya “Neguhêrperestan” li bajarê Manşêster got:” Eger Rûsya bixwaze şerê Daişê bike, divê piştgiriya Esed neke”.
Serokê Frensî Firanswa Holand rexneyin tund li siyaseta Rûsiya derbarê Sûriya kirin û got:” Niha Rûsya hevalbenda Esed e, ne ya me ye”.
Holand di axavtina xwe di kenaleke xwecihî de duh şemiyê diyar kir” Daiş ne li ser lîsteya pêşindeyên Rûsî ye, hêvî dikim ku Rûsya hevalbenda me be, û Rêxistina Daiş armanc bike”.
Emîndarê Desteya Siyasî ya Hevbendiyê Enes El’ebde diyar kiribû ku Rûsya bi êrîşên xwe yên leşkerî û yekser li ser Sûryê, û bumbebarankirina sivîlan bi hevrêziya yekser bi rejîma Esed ya diktator re” heman karê rejîma Esed yê ku ji çar salan ve dike ew jî dike, bi bumbebarankirina sivîl û zarokan, û ew vajî gotina xwe dike ku destwerdana wê bo armanckirina Rêxistina Daiş e”.
El’ebde destnîşan kir ku êrîşa Rûsî riya çareya siysaî li Sûryayê têk dibe, û wî vedigerîne xala destpêkê, û bal kişand ku divê Encumena Ewlehiyê pirsyariyên xwe hilgre û destwerdanê bo rawestandina êrîşan û vegerandina riya çareya siyasî bike”.
Jêder: Hevbendî – Ajans