Nûnerê Netewên Yekgirtî Staffan De Mistura, berpirsiyariya paşxistina hewldanên navnetewî ji bo aktivkirina prosesa siyasî û destpêkirina karê Komîteya destûrî xist stûyê rejîma Esed de, û diyar kir ku pêvajo rastî “zehmetiyeke metirsîdar” dibe.
Ev daxuyanî di rûniştineke taybet ya Konseya Ewlekariyê ya ji bo Sûriyê de hat, û De Mistura, bi rêya videokonferansekê de ji Beyrûtê paytexta Lubnanê, endamên Encûmenê li ser encamên serdana xwe ya bo Şamê agahdar kir, û diyar kir ku rejîm destêwerdana Netewên Yekbûyî û sponseriya wê ji karê Komîteya destûrê re red dike.
De Mistura ji Konseyê re got: “Em pêşberî zehmetiyeke metirsîdar tên, bila em rastgo bin, pilana min ew e ku di heftiyên pêş de hemû hewldanên xwe terxan bikim ji bo pêşberiya vê zehmetiyê”.
Û got ku “El-Mohelim rola Netewên Yekbûyî bi giştî ji bo destnîşankirin yan ji bo berbijêrkirina lîsteya sêyemîn qebûl nekir”, û got: “ku wî bal kişand ser ku destûra Sûrî pirsgirêkek hestiyar e girêdayî ewlehiya netewî ye”.
Û balyoza Brîtanya li NY, Karen Pierce, li pêşiya Konseyê gazind ji Rûsyayê kir û got ku, yan Rûsya garantiyên xwe ji Netewên Yekbûyî û ji Konseya Ewlekariyê re pêşkêşkirin, û hat dupatkirin ku ew pir lawaztir e ji dabînkirina garantiyan, û yan jî hemû tişt perdeyek bû ji bo mijûlkirin û têkbirina hewldanan, hevdem ku Rûsya û Îran û Sûriya berdewam bûn di oparesyonên xwe yên leşkerî de”.
Ji aliyê xwe ve, berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, Enes El-Ebda, tekez kir ku “mercên rejîmê tên bi armanca têkdana karê Komîteya destûrê û valakirina wê ji naverokê “, û bal kişand ku “rejîm hewl dide hevdîtina xwe ya ligel nûnerê Netewên Yekgirtî Staffan de Mistura re, di çarçoveya têkiliyên giştî de bikar bîne ji bo xwe wek alîkar nîşan bide.
Wî got: ku “Rejîm berdewam pelika demê bikar tîne, ji bo paşxistina ragihandina Komîteya destûrê bo demeke dirêjtir”, û got ku ev yek aşkere dike “ku rejîm komîteyeke destûrê ya çalak û di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de naxwaze “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê