Komela piştgiriya ragehandina Sûrî ya azad, duhî sêşembê, daxwaza destpêkirina kampaniyeke ragehandinî kir bi navê ‘’Gelo rizgar bûne an hêj rizgar nebûne‘’, bi amanca ko bala alavên ragehandinê bi taybetî û civakê bi giştî bikêşne ser rewşa jiyana jinên ko ji zindanên rêjîmê rizgar bûne û piştgiriya wan bikin.
Amanca kampaniyê ronahîdana li ser jiyana jinên ko hatine revandin û jinên girtî yên Sûrî yên berê girtî bûn û zehmetkêşiyên wan dema vegeriyane nav civakê, ji aliyê civakî û abûrî û derûnî, û tiştê ko tête serê jinên girtî di zindanan de ji binpêkirinên laşî û destdirêjiya seksî. Ev rastiya ko ji hêla gelek malbatan nayê pejirandin.
Li gora komele dibêje, Kampanya ragehandinî dê 15 vê nîsanê dest pê bike, û heta dawiya heyva gulanê berdewam bike, bi beşdarbûna ragihêner, mafnas û rêkxistinên civaka sivîl ên din.
Serjimarên toreya Sûriyê ya mafên mirovan destnîşan dikin ko 7721 jinên girtî û yên bi kotekî hatine veşartin di zindanên rêjîma Esed de ne, her weha rêkxistinin din dibînin ko Esed ‘’ binpêkirinên sêksî dijî jinan wekû çekekî di zindanan de bikar tîne‘’.
Komela ragehandina azad li Parîsê hatiye damezirandin, ji bo rastiya li Sûriyê û cîhanê belav bike, û ew ji bo alîkariya rojnamevanên Sûrî di dîtina kar an rahênana wan de kar dike, her weha bo çêkirina ragehandineke azad û pîşeyî li hindirê Sûriyê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî