Îro li Biroksil paytexta Beljîkayê, Stîvan Dî Mistora şanderê navnetewî bo Sûriyê civînekê bi wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropî re saz dike, bi hewla ku bigihêje dariştina karnameyeka dawiyê ya hevbeş bo dîtina çareseriyekê bo rewş û ketwarê Sûriyê. ku Şanderê navdewletî bizavê dike bo bidestanîna hevdengiyeka Ewropî bo pilana xwe ya li ser bineretê dîtina çareyekê di çarçovê pêvajoya “Jinêf1 û Jinêf2″de û di destpêkê de rawestandina şer li Helebê, bi hebûna çavdêrên navnetewî û rêşûnên pabendkirina rêjîma Esed , û pişt re bo bidestanîna piştgiriya Encûmena Ewlekariya Navdewletî bo rawestandina opersiyonên leşkerî. Herwiha ji hin çavkaniyên dîblomatkar yên rojavayî nûçeyek belav bû, ku Amerîka û dewletên Ewropî daxwaza dabînkirina çavdêran li ser cêbicêkirina pilana “Dî Mistora”ya pêşniyazkirî dikin, têzanîn ku Firensa destpêsxeriya Rûsî ya têde mana Esed li ser desthilatê bi beşdariya rikaberan di hikûmeteka fereh de ret dike. û sebaret vê çendê Waşiton daxwaza pêwîstiya pêşkêşkirina ronkirinan kir li ser” zincîra karên rawestandinê”, ligel bizavên siyasî. Li aliyekî din Hevbendiya Niştimanî, retkirina xwe li ser agirbesta li aniya Helebê bi tenê bê ku navçeyên din wek Qelemûn û Der’a bi xwe ve bigire ji Stîvan Dî Mistora Şanderê navnetewî re anî ziman, bi tirsa ku rêjîma Esed hêzên xwe ji Helebê veguhêze bereyên din bo armanckirina Sivîlan li wan navçeyan, û li gor axaftina Cewad Ebû Heteb endamê Hevbendiya Niştimanî yê ku got ” Me ji Şanderê navdewletî xwest ku pilana xwe ronî bike, û biryara agirbestinê li jêr benda 7an be, da rê li ber nepabendiya rêjîma Esed bigire, ya hewl dide agirbestê ji bo nûkirina xwepêkanîna leşkerî bikar bîne “. Hêjayî gotinê ye ku duhî Dî Mîstora serdana Şamê kir û bi hin berpirsên rejîmê re kom bû, piştî ku navborî li Tirkiya çendîn hevdîtin û civîn ligel Hevbendiyê û bi hin kesayetiyên rikaber re kirin, yên ku pilana Dîmistora weha dîtin”geravî û ne zelal e, û neavaye li ser tu biryara navdewletî ku aliyekî neçar bike, û her aliyek dikare wê binpê bike”, û di heman demê de rexne kirin li ” nebehskirina Dî Mistora pirsa çareseriya Siyasî li ser bingeha daxuyaniya Jinêf 1, û damezrandina desteyeka fermanrewayî ya veguhêz bi desthilatên tekûz, dikeve berjewendiya rêjîma Esed û hevalbendiyên wî yên Îranî de”.
Jêder: Hevbendî+ Wekalat