Şanderê NY yê karubarê Sûriyê Stîvan Dîmestora diyar kir ku derfetên destpêkirina danustandinên Jinêvê carek din, girêdayî ye bi gehandina alîkariyên mirovî yên zêdetir bo xelkê dorpêçkirî li Sûriyê, û herwiha girêdayî ye bi binpênekirina rêkeftina “sist” ligor axaftina wî.
Dîmestora şeva dî di kongirekê rojnamevanî de li Jinêvê got ku ya giring ji bona destpêkirina danustandinan, ewe ku rêkeftinek nû di navbera Amerîka û Rûsiya çê bibe derbarê mijarên gotubêj li ser wan bêne kirin li Jinêv.
Duhî di daxuyaniyekê de, berdevkê fermî yê Desteya Bilind ya danûstandinan Munzir Maxos, got ko têkçûna rewşê di hemû biwaran de (siyasî, ewlekarî û mirovî) li Sûriyê “Operasiyonek rêbazkirî ye ji hêla Esed û hevalbendên wî ve.” Bal kêşand ser ku Operasiyona siyasî di “xitimandineke tekûz” re derbas dibe.
Ku hêzên Esed astengiyan têxin li pêş derbaskirina alîkariyan ji navçeyên dorpêç dikin, û Maxos amaje kir ku Bi giştî alîkariyên mirovî lidora 46% de ne, lê rêjeya wê tenê 12% ji niştecihên bajarên ko zehmetî di gihaştina wan de heye, carekê gihaye wan û kêm caran dubare bûye. Ev rewş mîna ya bajarê Lênîngirad di cenga cîhanî ya duyem de ye.
Dîsa Maxos diyar kir ku rêjeya kêm ya alîkariyên mirovî ji bo bajarên dorpêçkirî gumanên berê tekez dike, rêjîm bi sozên xwe û bi taybetî yên mirovî nepabend e.
Şanderê NY yê taybet tekez kir ku pêşniyara Tebaxê, ya ji bona bestina rêkeftineka destpêkirina cêbicêkirina desteya hikumraniya veguhêz hêjî dimîne, û amaje kir ku ew gotubêjên tên binavkirin bi “teknîkî” hatin encamdan û hêjî li Qahîre û li Mosko û li Riyad berdewamin, û wê sûd ji wan bête wergirtin di dema danustandin carek din destpê bikin.
Herwiha Dîmestora xemgîniya xwe nîşan da li hember cênebicêkirina rêkeftina rawestandina karên dijminkarî wek pêwîst li Heleb û Idlibê, herwiha bikaranîna bombeyên dengî û yên sohtî nemaze li Helebê ji aliyê rêjîma Esed û Rûsiya ve.
Li aliyek din, Yan Îglnd, şîretkarê taybet yê Dîmestora, dazanîn ku hêzên Esed zehmetiyan têxin li pêş derbesbûna karwanên alîkariyan bo xelkê dorpêçkirî yên bêzar û got: “ku rewşa li ser qadê gelek xirab e û di gelek navçeyan de xirabtir dibe, û em kar dikin di navçeyên şer têde dibin, li navçeyên şer û pevçûnan de, û di rêkeftinên agirbestê yên xwecihî di gelek navçeyan hatine şikestin û rewş ber bi xirabiyê diçe”.
Herwiha Ye’qûb Elhilû, rêxerê NY yê karubarê mirovî yê li Sûriyê dimîne, di kongirekê rojnamevanî de ji Jinêv got ku “hêjî pêwîstiya derdora 13.5 milyon kesî bi alîkariyan heye lii kêlek bi sed hezaran xelkê dorpêçkirî”.
Jêder: Hevbendî + Wekalat