Duhî roja pêncşemê û ji encama bombebarankirina hin taxên Helebê û gundewarê wê ji aliyê firokên Rûsiya ve bi çekên qedexekirî,12 sivîl hatin kuştin û bidehan birîndar bûn.
Û heft firokên Rûsiya bidehên êrîşan bi bombeyên enqûdî û yên fisforî û yên şewitandinê “yên qedexekirî” pêk anîn, li ser bajarokên Elertîq E’ndan û Hirêtan û Heyan û Keferhemra û Yaqidel’edes û Keferbisîn û navçeya Elmelah û kampa Hindirat û navçeya Asiya li gundewarê Helebê.
Li rojavayê Helebê, bajarokên Dara eli’ze û Qibtan elcebel hatin bombebarankirin, û herwiha li başûr bajarokên Xan toman û Elzirbê û Me’ratê û Elqele’ciyê û Zitiyan û xilsê û Birnê û derdora otistiradê navdewletî bi heman awayî hatin bombebaran kirin.
Ku Rûsiya di êrîşên xwe de li dijî gelê Sûriyê, dirabe bikaranîna bombeyên fisfora sipî û yên dengî û napalim û bombeyên “RBK 500” û bombeyên “dumb bomb” yên bi nav”bêhiş” tên bi navkirin, ji ber bêserûberiya wan, ku ev hemû yên di komelgeha navdewletî de qedexekirî ne, tevî bikaranîna mûşekên valekirinê û mûşekên geştiyan “mûşekên kiroz, yên balistîk, yên dûr avêj”.
Rêxistina “jinan rayits wotiş”, berî du rojan di raportekê de hebûna firokên Rûsiya yên bombehilgir bi bombeyên “RYK 500” yên şewtandinê li bingehê Hemîm yê serbazî li Sûriyê tekez kir, ligor dîtina hin şahidhalan, û ligor gotina wan ku ew bombe wek gogên agir in û şewtandinên dijwar çêdikin û bi zehmetî tên vemirandin.
Rêxistinê got ku wezîrê derve yê Rûsiya, Sêrgî Lavrof, di nameyekê de mukurhatin bi hebûna “ziyanek mirovî kiriye”, yên bi sedema bikaranîna çekên şewtandinê li Sûriyê, û guneh xist ji ber bikaranîna nesaxlem ji van çekan re”.
Ku her ji destpêkirina destdirêjiya Rûsiya li 30 êlûna 2015 an ve û heta duhî roja 23’ê cehzerana 2016 an ve, û bi sedema bombebarankirina firokên wê, zêdetir ji 2153 kesî hatine şehîd kirin û di nav wan de 460 zarok û 200 jin in, bi rêjeya armanckirina 11 bajar û bajarokan rojane, ligor amarên Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê.
Jêder: Hevbendî + Wekalat