Serokê Erkanê Emerîkî Ceneral Martin Dîmibsî got:”Hêzên Emerîkî amade ne, şerekî bejane li dijî Rêjîma Esed bikin eger Birêveberiya Emerîkî û Serok Obama ji me bixwazin.”
Û ji bo şerê Daişê Dîmibsî got: “dawiya Rêkxistina Daişê dê ji hundir ve bê, çi gava ko Civak tê bigihên ko ev Rêkxistina dixwaze desthilatdariya wan bike, dê paşeroj digel wê ji hêla leşkerî ve ne di berjewendiya wan de be. ”
di heman mijarê Sînatorê Emerîkî Con Makîn doz li Serokê Emerîka kir ko têwirdana Bejane li dijî Daişê “li Sûriyê û Îraqê bike, û çekdarkirina Artêşa Azad bike û Hermên qedexekirina Firokên Esed çê bike da Rêkxistinê têk bibin.”
Di daxuyaniyeke Rojnamevanî de ya Toreya CNN ya Emerîkî Con Makîn got piştguhkirina Serok Obama ji dîtina Şêwirdarê xwe re ji bo hiştina Hêzekê li Iraqê û neçekdarkirina Artêşa Azad û ji bil wan jî biryarên din yên ko rê dan bingehek ji Rêkxistina Daişê re çê bibe, ya nuha bûye Rêkxistina herî tund di dîrokê de, û istiratîcî li bal tu aliyî nîn e da beraberiya wê bikin.
Herweha Xalid Xoce Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko Sedemê serekî ji firehbûna Rêkxistina Daiş ya Tirorist ew e ko li bal hevalên miletê Sûrî çi istiratîciya siyasî, leşkerî ya beraberiya alava Rêjîma Esed bike tune ye.
Xoce got: sedemên serekî yê ko hiştin Daiş bi pêş ve biçe ew bû ko tu piştgiriya leşkerî ya pêdivî ji Şoreşgeran re tune bû da karibin beraberiya hêzên Esed bikin. Herweha Hevbendiyê di daxuyaniyên xwe de tekez kir ku giring e şerê Rêjîma Esed digel şerê bi Daişê re bibe, çimkî çêkerê rastî yê tirorê li Sûriyê û Herêmê Rêjîma Esed e.
Û Hevbendiyê hişyarî da Hevpeymana Navdewletî ji berdewamiya piştguhkirina tawankariyên ko rêjîma Esed li pêşberî cîhanê dike , û doz kir ko bilez Herêmên hêmin li Bakur û Başûrê Sûriyê ferz bikin, û piştgiriya Artêşa Azad bikin da karibe Sivîlan biparêze û alava leşkerî ya Rêjîma Esed birawestîne.
Jêder: Hevbendî+Elerebiye