Herdu Rêkxistinên Navdewletî ya Lêbûrînê û ya Handîkab Internaşyonal îro çarşembê di bîranîna şeşem ya destpêkirina Şoreşa Sûriyê du kampaniyên jihev cuda çêkirin ji bo “rawestandina kuştarê” ya berdewam ko rêjîm û milîtanên xwe dikin.
Herdu rêkxistinan di kampanya xwe de bang kirin ji bo misogerkirina dadiyê ji bo qurbaniyan û ew bêtir ji 320hezar kes in û bi milyonan birîndar û bi milyonan koçber li gora texmînên herdu rêkxistinan.
Berpirsiyara ofêsa herêmî ya rêkxistina lêbûrîna navdewletî li Beyrûtê Semah Hedîd got: “piştî şeş salan ji derdê miletê Sûrî dibîne çi behane nîn in ko tawanên yasaya navdewletî bêyî sizakirinê bimînin”.
Berpirsiyara ofêsa herêmî ya rêkxistina lêbûrîna navdewletî di daxuyaniyeke xwe de got: “alavên dadweriyê yên pêdivî libal desthilatan hene, ji bo rê li ber rizgarkirina ji sizayê bigire, bêtir got dema bikaranîna van alavan hatiye”.
Her weha Handîkab Internaşyonal ya di biwarê têkbirina mayûnên lidijî takekesan de çalak e, ji aliyê xwe sebaret bîranînan destpêkirina Şoreşê ya ko rêjîmê bi seba wê cengeke giran daye ser miletê Sûrî bi kampanya xwe rabû.
Kampanya rêkxistina Handîkab Internaşyonal silogana “Bombebarana Sivîlan Birawestînin” û ew danheva milyonek imzekirinan amanc dike.
Çalakvanan li Sûriyê û li welatên penaberiyê bi vê sebaretê bîranîna şeşem ya destpêkirina Şoreşa Sûriyê aheng lidar xistine, silogana “Şoreş dê biser bikeve” hildane. Û tekez kirine ko wê di tekoşîna lidijî rêjîmê û milîtanên mezhebperest de berdewam bin, heta daxwazên xwe yên azadî û rûmetê misoger bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans