Erebistana Siûdî li pêşberî civîna Encûmena mafên mirovan ya bi ser Netewên Yekbûyî ve ya taybet bo Sûriyê, tiştê ko di raporta komîta navdewletî û naveroka wê ya li ser qebareya tawanên li dijî mirovantiyê û tawanên cengê yên ko rêjîma Beşar û milîtanên Îranî li dijî miletê Sûrî kirine pirotesto kir.
Serokê beşê mafê mirovan yê şanda Siûdiyê ya li hindirê Netewên Yekbûyî li Cinêvê Dr. Fehid Elmitêrî, amanckirina hêzên rêjîmê yên asmanî ji karwanên alîkariyên mirovî re yên bi ser netewên yekbûyî ve ya ko kesên bêguneh têde bûne qurbanî û 17 kamyon wêran kirine û bû sedema ko Netewên Yekbûyî karwanên alîkariyên bo Sûriyê rawstîne pirotesto kir.
Her weha Encûmena Hevkariya Kendavê li pêşberî Encûmena mafê mirovan nîgeraniya xwe diyar kir bi sedema binpêkirin û tawanên li Sûriyê dibin, ji wan jî girtin û bêserûşûnkirina bi kotekî , ev mijar di daxuyaniya hevbeş de ya dewletên Encûmena Kendavê ya ko nûnerê herdemî yê Behrênê libal ofêsa Netewên Yekbûyî li Cinêvê balyoz Yûsif Bocîrî hat.
Dewletên Kendavê nîgeraniya xwe derbarê çarenivîsa dehhezarên girtiyan li zindanên rêjîmê diyar kirin ew girtiyên ko ji salan ve rewşa wan pir aloz e û mafên xwe yên rewa wekû girtî bidest naxînin, û li ser dabînkirina dadgehên dadar û dirist li gora pîvanên navdewletî bidest bixînin.
Elmitêrî helwesta Siûdiyê ya neguhêr derbarê giringiya parastina dabînkirina piştgiriyê ji bo operasiyona veguhastina siyasî li jêr çavdêriya Netewên Yekbûyî ta ko bigihên peymaneke tekûz li gora pirinsîbên Cinêvê ko daxwazên miletê Sûrî ji bo avakirina paşeroja xwe cîbicî bike, û li ser parastina dezgehên dewlet û yekîtiya Sûriyê û saxlemiya wê ya herêmî tekez kir.
Daxuyaniyê daxwaz kir ku giring e biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmara 2254 cîbicî bibin, û bi lez dorpêç ji ser bajarên Sûriyê yên dorpêçkirî rabe, û alîkarî ji bo herêmên ziyan li wan bûye û ji bo sivîlên dorpêçkirî bigihên, û bombebaranê ji ser herêmên niştecihan rawestînin û girtiyan berdin û darvekirinê rawestînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî/Acans