Du şîretkarên navdewletî cext li ser giringiya wê yekê kirin ku dema ku rewş wisa berdewam bimîne, nabe em careke din xelkên Sûriyê bê alîkarî bihêin , û giringe ku parastinê ji wan re dabîn bikin, hevdem tekez kirin ku berpirsyaretiya vê yekê dikeve li ser milê civaka navdewletî di dema rewş wiha berdewam bike.
Ev yek îro roja şembiyê di daxuyaniyeke hevbeş de hat ji aliyê her yek ji Adama Dîng şîretkarê taybet yê sikirtêrê NY yê pêwendîdar bi qedexekirina komelkujiyê, û Cînifer Wîliz şîretkara taybet ya sikirtêrê NY ya karubarê berpirsyaretiya parastinê.
Herdu şîretkaran gotin ku pêwîst e bilez êrîşên Asmanî yên bitewşî yên ji aliyê Rûsiya dijmin û firokên Esed dibin bên rawestandin, herwiha herdukan cext li ser giringiya gihandina alîkariyên mirovî bo hemû xelkên sivîl û sercem navçeyên Sûriyayê kirin.
Û gotin ku “Em di xaleke guherînê dene û nabe carek din em xelkê Sûriyê bêzar bihêlin”, û berpirsyaretiya kuştin û koçbarkirina xelkê Sûriyê xistin li ser stûyê rêjîma Esed û gotin:” herwiha ku berpirsyaretî dikeve li ser milê civaka navdewletî jî, ku tişta tê bi serê xelkê Sûriyê bi dirêjahiya pênc salên bûrî, bi xwe bipêkirineke ji mafên mirovan û yasa navdewletî re, û dibe bigehîjin asta tawanên şer û yên dijemirov, îro dem hatiye ku em rûmeta wan vegerînin û wan ligor yasa navdewletî biparêzin “.
Hêjayê gotinê ye ku pêr roja pêncşembê li bajarê Miyonix yê Almanî civîna ” Girûpa Piştgiriya Navdewletî ji Sûriyê re” hat lidarxistin bi beşdariya 17 dewletan û nûnerên hejmarek mezin ji rêxistinên navdewletî, û têde biryar hat stabdin bo gehandina alîkariyên mirovî bo hindur navçeyên dorpêçkirî di Sûriyê de, tevî rawestandina kiryarên tundutîjiyê di tevahiya welat de, û tevî bicihkirina biryara NY ya hejmar (2254) her ji destpêka heftiya bê de.
Jêder: Wekalat