Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, Adil El-Cubêr, got; Rûsya di rizgarkirina Beşar Esed de dê biser nekeve, û tekez kir ku çûna Esed meseleyeke demkî ye.
Di kongreyekî rojnamevanî de ligel Didier Burkhalter ê Siwêsrî, Doh roja Yekşemê, li Riyazê, Cubêr lêzêde kir:” Eger operasyona siyasî têkçû, dê şer berdewam bike û piştevaniya opozîsyonê dê berdewam bike, herwiha dê ew piştevanî zêdetir jî bibe, û di dawiyê de dê Beşar Esed biser nekeve”.
Axaftina xwe berdewam kir:” Esed alîkariya şebîheyan xwest ji bo kuştina zarokan, û destdirêjiya li ser jinan û kuştina kesên bêguneh û wêrankirina malan, û nikarîbû destê xwe deyne li ser gel. Alîkariya artêşa xwe xwest û bi serneket, alîkariya Îraniyan xwest yên ku pasdarên şoreşger şandin, û bi ser neketin. Alîkariya milîsên şî’e xwest û di rizgarkirina Beşar Esed de bi ser neketin. Niha alîkariya Rûsya xwestiye, û dê di rizgarkirina Beşar Esed de biser nekeve.
Jêder: Hin Ajans