Wezîrê derve yê Erebistana Si’ûdî Adil Elcubêr got: “emê ligel hevparên xwe di hevpeymaniya navdewletî de, mijara şandina çekên giran bo artêşa azad gengeşe bikin”.
Û got: “Em vê mijarê ligel hevparên xwe û tevî Amerîka û Birêtaniya gengeşe dikin, û hin pêgav wê bêne avêtin, lê dubare ev yek bi aşkerahî nayê ragihandin”.
Herwiha Elcubêr got: ” Dema em bibînin ku piroseya siyasî bê mifa ye, wê gavê em bawer in ku pêwîst e em kar bikin ji bo guhertina terazûyan li ser zemînê, ev yek bitenê bi rêka zêdekirina qebarê şandina çekên giran bo opozisyona lêbiral dibe, ev yek ji aliyê Erebistana Si’ûdî û hevparên wê di hevpeymaniya navdewletî de hat daxwazkirin “.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê duhî tekez kiribû ku bitenê artêşa azad ew hêza kara ye, ya dikare terorê bi hemû reng û navê wê ji rêxistin û rejiman li Sûriyê têkbişkîne, dema piştgiriyek rasteqîne jê re hebe û heger îradeyek xurt li rex civaka navdewletî peyda bibe ji bo têkşikandina terorê.
Jêder: Hevbendî + CNN