Serokê Şepêla Paşerojê ya Libnanî Se’id Elherîrî got: riya Tehranê ye ya di Zebedanê û Qelemûn û Şamê re derbas dibe ne riya Qudsê, û hişyarî da Hizibulah derbarê destêwerdana Sûriyê, û da zanîn ku ev destêwerdan bi xurtî wijdanê Sûriyan dihejîne û wê bibe sedema têkçûna pêwendiyên biratiyê di navbera herdu gel û welatan de.
Elherîrî duhî roja yekşemê di gotarbêjiyekê de li Beyrûtê û bi rêka ekraneka pir mezin re di ahenga fitara hatî amadekirin ji aliyê Şepêla Paşerojê tekez kir ku “Kilîtên seqamgeriya Libnanê bi rawestandina destêwerdana nav şerê Sûriyê ye, herwiha amaje kir ku “xwequrbankirina bi sedan gêncên Libnanê hîç encamek bidest nexistiye, û nikarin armancên Hizbulah bicih bînin di parastina rêjîma Esed de”.
Hêjayî gotinê ye ku berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit bi tundî gotara rêberê mîlêşiya Hizbulaha terorîst Hesen Nesurlah şermezar kir, û tekez kir ku rêka Qudsê herame li ser peyayên zordariyê û çi destpêkek nîne ji serkeftinê re heger ne ji paytextên rizgarkirî ji zilm û diktatoriyê destpê bike.
Dîsa Elmislit got ku “bêgoman ew korbûn û jirêçûn e; heger li bin diruşma lêgerîna rêka Qudsê tu kuştina mirov û binpêkirina rêz û siyaneta wî ji xwe re bike kar ”. û amaje kir ku “her Kesê beşdarî kiribe di rijandina xwîna sivîlên doza azadî û rûmetê dikin, ew bi ser riya Qudsê venabe, heger ew li ser rê bi xwe jî sekinî be”.
Herwiha Elmislit tekez kir ku Nesrulah û Hizba wî ya terorîst hevparekî rasterast e di tawanên dijî milletê Sûriyê tên pêkanîn de, û tekez kir ku şoreşgerên Zebedanê, Der`a û yên hemû bajarên Sûriyê wê rêbendek asê bin li pêş milîşayên Hizbulha terorist û pasdarên Iranî.
Jêder:Hevbendî