Berpirsiyarê Peywendiyên Derve yê Tevgera “Ehrar Elşam ya Islamî“ Lebîb Elnehas Istiratîciya Birêveberiya Emerîkî rexne kir, derbarê serpereştiya wê ji Hevbendiya Navdewletî re li dijî Rêkxistina Daiş li Sûriyê û salixa wê bi ya têkçûyî da.
Û tekez kir ko ew tuhmetên li Tevgera Islamî bûne ji aliyê Emerîka ve bi Nêzîkbûna wê ji Rêkxistina Elqaîde re û tawanên nelirê yên bi Tevgerê vedibin nerast in.
Di gotarekê de Rojnameya ”Waşinton Post” belav kiribû, Elnehas ji Emerîka xwestiye ko bes Opozisyona Sûriyê tuhmetbar bike û danpêdanê bi Komekên Sûrî yên Opozisyonê bike û ji nav wan tevgera “Ehrar Elşam ya Islamî”.
û tekez kir ko giring e Emerîka bipejirîne ko Îdyolociya tundrew ya Rêkxistina Daiş eger ne bi tevgereke Sinî xwecihî be têk naçe, ew tevgera miletê Sûrî bi xwe wê destnîşan bike ne Ajansa Ewlekarî ya Navendî ya Emerîkî.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî di helwestên xwe yên berê de gotiye ko Istiratîciya Hevpeymana Navdewletî “bêçare” ye,Û ji bil piştgiriya Şoreşgeran tiştek li pêşiya Hevpeymana Navdewletî û Emerîka nîn e.
Ev çend pêşveçûnên Daiş yên dawî li hin herêman tekez dikin ko derbên Hevpeymana Navdewletî di rawestandina Daiş de ne serkeftî ne û Istiratîciya wan binketî ye û dê têk biçe eger neyête serastkirin. Gerek hevrêzkariyê bi Şoreşgeran re bikin, çimkî ew hêza bi tenê ye ko dikare beraberiya tiroristiya Esed û Daişê bi hev re bike, û îro ew wilo dikin.
Jêder : Hevbendî+ Ajans