Karsiparteyê bala yê mafê mirovan yê NY, mîr Zêd Bin Re`ed Elhuseyîn, doh roja înê, dît ku rewşa mirvî li taxên rojhilat ji Şamê kambax e, û daxwaz kir ku rê bête dan bo derbasbûna keresteyên xwarinê ji bo ne kêmtir ji 350 hezar kesên Sûrî yên dorpêçkirî re.
Û mîr Zêd di daxuyaniyeke xwe de weha jî got:” Ew wêneyên zarokên ku derdê kêmxwariniyê dikişandin cihê behetîmayînê bû, û ew nîşanek cihê metirsyê ye li ser derdeseriya xelkên Xûta Rojhilat ên ana di rewşeke awarte de dijîn”.
Û Encumana Xwecihî ya bajarê Heresta berî çend rojan hişyarî derbarê encamên kêmbûna tund a dermanan li bajarê ku kirî derman lê nemînin dabû, her weha “Heyva Sor ya Sûrî” hejmarek ji zrokên nexweş veguhestin xestexaneyên Şama paytext.
Û berê jî encumana parêzgeha gundewarê şamê ji dezgehên hawarhatinê û xwediyên nanpêjgehan û encumanên xwecihî xwestibû ku fişaran bidin ser rijêma Esed û piştgirên wî ji bo dorpêça stemkarî ji ser Xûta Rojhilat ya ku berî her kesî dijî sivîlan e rake.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ew dorpêçkirina ku rêjîma Esed li ser hin deveran disepîne “tewanên cengê ne”, û armanc ji wan birçîkirina niştecihan e da wan neçar bike ku rêkeftinên wek radestkirinê bipejirînin.
û hêzên Beşar Esed bajar û bajarokên Xûta Rojhilat ji Cotmeha sala 2012an de dorpêç dike, û nahêle keresteyên xwarinê û derman derbas bibin, di heman dema ku ew berdewam e di hewlên êrîşên derbasbûna wê de, û hevdem li gel bombebarana asîmanî û ya topxaneyan dijî deverên sivîlan û senterên pizîşkî.
Jêder: Ofîsa ragihandinê ya Hevbendiyê / ajans