Serokê Firensa Firnswa Oland poşimaniya xwe anî ziman li hember nedestêwerdanê û nepiştgiriya gelê Sûriyê di dema bikaranîna Beşar Elesed ji çekên kêmyawî re li dijî zarokên Şamê li Xota rojhilat di sala 2013an de, ku têde zêdetir ji 1500 hevwelatî hatin kuştin û piraniya wan jin û zarok bûn. herwiha Serokê Firensa peydabûna rêxistina DAÎŞ ê vegerand bo xemsarî û kêmterxemiya Civaka Navdewletî û piştnegirtina gelê Sûriyê, û bal kişand ku “niha lêkolîn dibe derbarê hebûna pêwendiyê di navbera rêjîma Esed û DAÎŞê de”, û hişyarî di eynî demê de da li ser:”Hevkaiya bi rijêma esed re ji bo têkbirina rêxistina Daişê” û got :”baştire ku em nekevin di wek vê hevkariyê de”. têzanîn ku îro Wezareta derve ya Amerîka li ser tiwîterê da xuyakirin ku Encûmena Asayîşê îro civînek lidar xist derbarê bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyê, û got:” di civînê de belgeyên bêdudilî ji aliyê şahidhalan ve li ser bikaranîna gaza kilorê ji aliyê rêjîma Esed ve hatin pêşkêşkirin”.
Jêder: Hevbendî+ nûçe tirk