Kampanya “Reqa bi bêdengî tête serjêkirin” anî ziman ko firokên hevpeymana navdewletî kuştareke nû pêk anîye, ji encama bombebarana cihên niştecihan li nêzî dibistsna Mu’awiye Bin Ebî Sufyan li herêma nêzîkî lîzgeha Elisûd li bajarê Reqa û 30 sivîl hatine kuştin.
Çalakvanan tekez kir ko firokan xaniyên sivîlan li taxa Eltewesi’yê bakurê rojavayê bajêr bombebaran kir, di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin ji nav wan jî deh ji malbata Elsayir, piraniya wan zarok û jin bûn.
Her weha çalakvanan duh ragihandin ko bi topbarana milîtanên QESD li ser taxa Elcimêlî sivîlek hate kuştin, û êrîşên hevpeymana navdewletî Dêra “ Seyidet Elbişare “bi tekûzî wêran kir.
Hevpeymana navdewletî bi kuştina “624 sivîlan bi kêmanî bêmebest ” mukur hat, di raporta mehane ya dawî de ya ko di vê heyva tebaxê de derçûye, û got ku bê mebest sivîl bombebaran bûne.
Bajarê Reqa yê Sûrî di nav agirê Daiş û yê milîtanên QSD ên ji hêla hevpeymana navdewletî ve piştgiriya wan dibe de maye, bi amanca cihên rêkxistina DAIŞ yên ko dawiya sala 2013an xistine destê xwe de kontrol bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans