Rêxistina (USICEF) ya NY ragihand ku wê yekem qonaxa vaksîndanê bi dana vaksînê ji bo 355 hezar zarokî ji bo falinca zarokan li herdu parêzgehên Reqê û Dêrazorê yên Sûriyê bi beşdariya rêxistina cîhanî ya saxlemiyê (WHO) bi dawî anî.
Ligor (UNICEF) ku armanc ji vê hilmetê ew bû, zêdekirina parastina zarokan ji nexweşiyên metirsîdar yên li vê dawiyê belav dibin.
Rêxistinê bal kişand ku ev cara duwem e nexweşiya falinciya zarokan belav dibe, ku li nîsana bûrî û ji aliyê çend rêxistinan belavbûna vê nexweşiyê li nav bi dehên zarokan li Dêrazorê hatibû eşkerekirin, û bangewazî li NY kiribûn ji bo şandina vaksîn û dermanan ji bo çareserkirina belavbûna vê nexweşiyê ya bûye gef li ser tevaya navçeyê.
Rêxistina (UNICEF) diyar kir ku vaksîndana dijî falinca zarokan û nexweşiyên din berî sala 2011an digiha rêjeya 80% ji zarokên Sûriyê, lê van salên dawiyê rêjeya zarokên ku tên vaksîndan pir kêm bûye û gihiştiye rêjeya 40%.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat