Encûmena Asayîşa Navdewletî îro roja înê du civînên cuda lidar dixe bo gengeşekirina heryek ji rewşa mirovî li Sûriyê û destpêşxeriya şanderê navnetewî Dî Mîstora derbarê lidarxistina kongirê Jinêv3, û di civînan de wê Dî Mîstora encamên çavpêketinên xwe bi aliyên sûrî û yên navdewletî re pêşkêş bike, û herwiha nûnerên desteyên mirovî di Netewên Yekgirtî de, wê raportên xwe derbarê rewşa mirovî pêşkêş bikin, û tê çaverêkirin ku Enjêla Jolî şandera Netewên Yekgirtî bo karûbarên penaberan jî di Civînan de beşdar bibe.
Xola Meter; rêvebera ofîsa şanderê navnetewî bo Sûriyê Dî Mîstora got: “ku şanderê navdewletî Dî Mîstora daxwaz şandine ji bo aliyên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê bo lidarxistina kongirekî rawêjkarî li Jinêv derbarê pêvejoya Sûriyê, û amaje kir ku wê danustandin bêne kirin teka-teka bi her aliyekî re, û wê Civîn 3 rojan berdewam bibin “.
Meter cext kir ku hêjî danustandin berdewam in lê di destpêkê de ne, û diyar kir ku Dî Mîstora wê endamên Encûmena asayîşê haydar bike li ser wirdekariyên çavpêketinên bi her aliyekî re bo dîtina mîkanîzmekê bo cîbicîkirina daxuyaniya Jinêv ya ku hemû aliyan di hezîrana 2012an de li ser emaza kirin, bi beşdariya şanderê navnetewî yê pêştir Kofî Enan.
Herwiha Meter û bi navê Dî Mîstora da xuyakirin ku bizavên dibomatkarî yên niha tekeziyê li ser dîtina zemîna şirovekirineka hevbeş ji têkistên daxuyaniyê re dikin.
Ji aliyekî din Samansa Bawer nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de, daxwaz ji Encûmena Asayîşê kir bo encamdana lêkolînekê derbarê raportên li ser bikaranîna Çekên kêmyawî li Sûriyê û pêwistiya dadgehkirina berpirsyarên wan tawankariyan.
Hîşam Merwa cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kiribû ku her “pêşwazîkirinek ji aliyê rêjîma Esed ji destpêşxeriya Dî Mîstora re, ew bitenê bizavek bo werkirina xwelê di çavan de ye, namze ku ew berdewam e di bikaranîna çekên kêmyawî li Idlibê û berdewame bi encamdana tawankariyan, ku destpêşxeriyan tevan bo encamdana tawanên zêdetir û çêkirina gêre û tevlîheviyê û terora bêdawî bikar tîne “.
Têzanîn ku Sikirtirê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Yihiya Meketbî di hevdîtinekê de ligel şandeya Dî Mîstora berî çend rojan diyar kiribû ku şerê rêjîma Esed û DAIŞê li ser miletê Sûriyê bû sedema belavbûna êş û azaran û zêdebûna hejmara dorpêçkiriyan li Sûriyê, herwiha balkişand li ser erkên Netewên Yekgirtî– ya Sûre li ser têkiliya bi rêjîmê re- jibo bidawîkirina doxa dorpêçkirinê û derbaskirina alîkariyên mirovî bo tevaya navçeyên Sûriyê ligor biryara Encûmena asayîşa navdewletî hejmar 2139.
Jêder: Hevbendî+Elşerq Elewset