Valêrî Amos hevrêzkara karûbarên Mirovî ya Netewên Yekbûyî got ku cenga li Sûriyê xala aloze li rex wê , çimkî 12 milyon pêdiviya wan bi alîkariyê heye, û 3.2 milyon kes ji şer reviyane û 200 hezarî jiyana xwe ji dest dane.
Amos berdewam kir “dibe ko me karîbû zûtir fişar bida Encûmena Asayişê da me zûtir biryar bistandana” û got: lêpirsîna wek tê xwestin di Netewên Yekbûyî de tunebû, Encûmena Asayişê gelek biryarên binpêkiria yasaya navdewletî ya mirovî ji bo gelek deverên cîhanê derxistin lê “paşre tu karûbar ji wan biryaran re nekirin”.
Amos berdewam kir“bi milyonan kes neçarî revê kirin û danûstandina bi keç û jinan re li gelek dewletan nebaş e, tu kar derbarê van binpêkirinan pêk nehat, û pirs kir: ”ma ne gerek e têwerdan ji wilo bêtir be?”, û da xuyakirin ku têwerdan nayê wê wateyê destêwerdana tenê bi “hêzan li ser xakê”.
Valêrî Amos hevrêzkara karûbarên Mirovî li Netewên Yekbûyî bal kêşand ser ku hin dewlet bi hêzê mafê desthilatdariyê tekez dikin da pêrabûyên parastina mirovan birawestînin, biryarên Encûmena Asayişê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve “2139, 2165” ya rê dide alîkariyên mirovî di rêya sînor re bigihên ji bo milyonan kesên hewcedar ji encama şerê Esed yê ko bi milet re dike.
Herweha Hevbendiyê tekez kir ko “hêj Rêjîma Esed guh nade biryarên navdewletî û wan piştguh dike bi taybetî birayara 2165, heta bi derbasbûna alîkariyên mirovî jibo bajarên dorpêçkirî jî red dike.” ji ber wê jî “bobelateke mirovî ko gefê li milyonên sivîlan dixwe bi encama birçîbûnê û sermayê û kêmbûna tiştan û buhabûna wan .”
Encûmena asayişa Navdewletî dîsa erê kir ku saleke din jî Dezgeha navdewletî ya hawarhatinê bikaranîna rêbuhêrkên sînor bi Sûriyê re bê ko destûrê ji Rêjîma Esed bixwazin.
Encûmena Asayişa Navdewletî ji Esed daxwaz kir ko rêza yasaya navdewletî û mafê mirovan bigire. Destnîşan kir ko hin zêdegaviyên li Sûriyê dibin digihên asta tawankariyên dijî mirovantiyê.
Erêkirina Encûmena Asayişê bi tevayî bû û çar Rêbuhêrk destnîşan kirin ko alîkarî ji Tirkiyê, Îraq û Urdinê bê erêkirina Esed derbas bibin, da bigihên Xakên dorpêçkirî û yên ko ji bin destê Esed derketine.
Jêder: Hevbendî +Acans